Rêber Apo û Roja Kobanê ya Cîhanê li Viyanayê hatin silavkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Roja Kobanê ya Cîhanê hat silavkirin û ji bo azadiya Rêber Apo peyam hatin dayîn.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Roja Kobanê ya Cîhanê hat silavkirin û ji bo azadiya Rêber Apo peyam hatin dayîn.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meş û çalakî hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê DEM-KURD, Meclîsa Jinê ya Avesta ya girêdayî Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û enternasyonalîst ve li tevahiya Awûstûryayê hat organîzekirin.
Beriya meşê bi beşdariya girseyî ya Kurdistaniyên li Awûstûryayê û dostên wan li Parka Votîvê axaftin hatin kirin.
Hevserokê Giştî yê Civaka Azad Ahmet Zîrek hevdîtina Rêber Apo ya piştî 43 mehan bi biraziyê xwe û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re kir, nirxand û got, "Rêber Apo silavên xwe di serî de Kurdistanê, ji Viyanayê û tevahiya Ewropayê şandiye. Weke gelê Kurd û dostên wan em paradîgmaya Rêber Apo diparêzin. Ji Viyanayê heta Îmraliyê bi hezaran silavan dişînin. Heta ku azadiya Rêberê me pêk tê em soz didin ku têkoşîna xwe bidomînin.”
Zîrek ev tişt got: "Jinên Kurd bi paradîgmaya Rêber Apo li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û hovîtî têk birin. Ev têkoşîn û berxwedana dîrokî ne tenê li dijî DAÎŞ'ê, modernîteya kapîtalîst û netew-dewleta li ser esasê desthilatdariyê hat meşandin û hemû sîstem hejand. Divê her kes tevlî pêngavê bibin û berxwedanê xurt bikin. Her tişt bi berxwedana me ve girêdayî ye. Her ku em li ber xwe bidin em ê azad bibin. Her ku em li ber xwe bidin wê Rêberê me azad bibe. Bi azadiya Rêberê me re mirovahî azad bibe.”
BANGA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYA KOLNÊ HAT KIRIN
Zîrekwwiha berdewam kir: “Me di 17'ê Sibatê de pira Kolnê hejand. Hemû Ewropa hejand" û banga tevlîbûna çalakiya di çarçoveya pêngavê de wê di 16'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir.
Zîrek di dawiya axaftina xwe de lehengên dîrokî yên çalakiya fedaî ya li dijî TUSAŞ’ê Asya Elî û Rojger Hêlîn bi bîr anî.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Avesta Ozgur Nûjîn ev tişt gotin:
"Roja Kobanê ya Cîhanê di 1'ê Mijdara 2024'an de cara dehemîn tê pîrozkirin. Di sala 2014'an de bi sed hezaran kes li çar aliyê cîhanê daketin qadan. Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hîna bi dawî nebûye. Ji ber ku di van demên dawî de em dibin şahid ku DAÎŞ dîsa bi hêz dibe. DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve caran yekem li Kobanê têk çû Divê em vê ti carî ji bîr nekin! Wê demê weke niha qîrîna 'Jin Jiyan Azadî' li çar aliyê cîhanê deng veda.”
Li ser navê enternasyonalîstan Leone A. axivî û diyar kir ku divê berxwedana Kobanê tenê weke serkeftineke leşkerî neyê dîtin û bi milyonan kesan li dora fikrên Rêber Apo berxwedanek bi rêxistin kirin.
Leone A. wiha axivî: "Bi banga Birêz Ocalan re bi milyonan kes li Kobanê bûn yek beden. Vê helwesta gel îlham da mirovahiyê. Eşkere bû ku cîhaneke nû pêkan e. Hêvî da mirovahiyê."
Piştî axaftinan bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan hatin ba hev û ji Parka Votîvê heta Parka Resselê meşiyan.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo û alên PKK'ê hatin hilgirtin û pankartên bal kişandin ser tecrîd, berxwedana Kobanê, jiyana hevpar û azadiya Rêber Apo. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.