Rojava armanca jiyana Anna bû

Bavê Anna Campbell, Dîrk Campbell diyar kir ku ji ber sekna wan a birûmet ew heyranê Kurdên Rojava ne û got, “Rojava armanca jiyana Anna bû. Ez dizanim ku hûn ê heta dawiyê weke Anna û şehîdên xwe ji bo edaletê têbikoşin.”

ANNA CAMPBELL

Piştî ku Kobanî bû qada yek ji berxwedanên herî mezin ên dîrokê, di 26'ê Çileya 2015'an de hat rizgarkirin, 1'ê Mijdarê roja destpêkirina berxwedanê, weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Ev berxwedana mezin ji bo gelek enternasyonalîstên ji bo mirovahiyê têdikoşin bû çavkaniya hêvî û îlhamê. Di rastiyê de gelek şoreşgerên enternasyonalîst ên ji berxwedanê bandor bûne ber bi Rojava ve ketin rê. Yek ji wan Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) a Îngilîz bû. Şehîda enternasyonalîst a Kurdistanê, Hêlîn Qereçox, di 15’ê Adara 2018’an de encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de di berxwedana Efrînê de şehîd bû. Anna Campbell ku bi coş û baweriyên şoreşgerî ji Brîtanyayê derbasî Rojava bû, cihê xwe di nava baştirîn mînakên şoreşgeriya enternasyonalîst de girt. Bavê Anna Campbell Dîrk Campbell ji Yenî Ozgurpolîtîkê re axivî û bal kişand ser jiyana Anna Campbell, baweriya wê ya bi Şoreşa Rojava û bandora wê ya ji têkoşîna azadiyê û berxwedana gelê Kurd a 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê.

Berî her tiştî, em dixwazin hinekî Anna ji we bibihîzin. Salên zarokatî û ciwaniya wê çawa derbas bûn? Hûn dikarin bîranînên xwe yên bi Anna re bi me re parve bikin?

Anna şeş hefte zû ji dayik bû û du hefteyên pêşîn ên jiyana xwe di înkubatorekê de derbas kir. Tenê şîr dayika dixwar wekî din xwarin bi lûleyekê didane wê. Ev serpêhatî ji bo diya wê gelek trawmatîk bû. Vê yekê diya wê her gav di xema qelsiya Anna de dikir. Anna ji aliyê fizîkî ve ne zarokek xurt bû, lê xwedî îradeyeke xurt û xwedî nasnameyeke xurt bû. Ji çîrokan hez dikir û di temenê biçûk de fêrî xwendinê bû. Kêfa wê pir ji pêşengiya du xwişk û birayên xwe yên biçûk dihat Hestên wê yên kûr hebûn û gava ku pêlîstokek an heywanek kedîkirî winda dikir xemgîn dibû. Wê hawirdora dibistanê ji rêzê didît û jê hez nekir; Ji bilî vê, di zaroktiya xwe de êşa wê ya fîzîkî hebû. Ji ber vê yekê me ew li malê perwerde kir. Dayika wê li bajaroka Lewesê ku me li wir hevdu nas kir navenda dibistaneke zarokan ku Anna pê şa bû vekir. Gelek zarokên xwedî pêdiviyên taybet dihatin dibistanê û Anna dem û bala wan dida wan. Dema ku ew pir mezin bû ku ji bo xwendina xwe ya diya xwe berdewam bike, me ew şandin dibistanek taybet a keçan, ji ber ku zehmetiya wê di adaptekirina çanda dibistanên dewletê de hebû.

Anna piştî qedandina dibistanê, salekê li Parîsê wek lênêrînê xebitî. Li vir têra dilê xwe hezkirina xwe ya ji edebiyatê jiya û beşdarî festîvalan dibû. Piştre ew çû zanîngeha Sheffieldê, li wir tevlî komek hevalên xwe bû ku, mîna wê ji çepgirên radîkal bûn. Bi azweriya xwe ya ji bo edaletê û vê koma hevalan bingeha çalakiyên xwe yên wekî Dale Farm, Calais Jungle, Le Zad, berxwedana Daristana Hambach, xwepêşandanên dij-faşîst û çalakiya jîngehê danî.

Te yan jî derdora we ya nêzîk bandorek li ser Anna kir ku bibe şoreşgerek enternasyonalîst?

Na, min û dayika wê têkoşîna şoreşgerî me nedizanî. Em zêdetir li ser mijarên gerdûnî yên wekî jîngeh, guherîna avhewa, petrolê diaxivin.

Hûn dikarin behsa pêvajoya çûna Anna ya Rojava bikin? Berî ku ev biryar bide bi we re axivî yan na?

Ji min re got ku min biryara çûyîna Rojava daye, lê beriya vê biryarê bi min re neaxivî. Haya min jê hebû ku ew xwe dixe xeterê, lê ev ji bo wê rewşeke hevpar bû. Min hewl neda ku ez wê bisekinim, ji ber ku min dizanibû ku ne mimkun e ku ez wê ji vê biryara wê dûr bixim. Wê dizanibû ku ew çi dike. Min tenê got, "Ez kêfxweş im ku te nas dikim."

Dema ku Anna li Rojava bû we karîbû bi Anna re têkilî daynin? Hestên wê li Rojava çawa bûn? Çi herî zêde bandor li te kir?

Anna xwe gelekî nêzî gelê Rojava û YPJ’ê hîz dikir. Pir ji şervanan hez dikir, ew rihê wê bûn û dixwest mîna wan be. Wê di destpêkê de plan kiribû ku tenê salekê bimîne, lê eşkere bû ku ew ê venegere. Difikirî ku Rojava armanca jiyana wê ye. Ji ber zor û zehmetiyan min nikarîbû gelek caran pê re biaxivim, lê bi xwişk û birayên xwe re zêdetir danûstandin dikir. Îdeolojiya siyasî ya Abdullah Ocalan û fikrên azadiya jinê bandorek mezin li ser wê kirin. Ew gelekî kêfxweş kir ku ji ber sedemên exlaqî û ji bo sedemek ku bi dilxwazî ​​pê re girêdayî bû, wekî şoreşgerek şer kir.

Axaftina te ya dawî bi Anna re çawa bû? We dizanibû ku ew çûye Efrînê?

Axaftina min a dawî di Çileya 2018’an de bû. Got ku fermandarên wê nahêlin ew biçe Efrînê. Ev ji bo min rehetiyek bû. Lêbelê, wê di dawiyê de destûr girt ku biçe. Ji ber vê yekê kesî ji me nizanibû ku ew çûye Efrînê. Dema ku fermandarê wê jê re got ku rejîma Esed tenê rê dide Kurdan û ji ber ku ew porzere nikare derbas bibe, wê jî porê xwe reş kir. Wê ew qas israr kir ku di dawiyê de ew bi xwe re birin.

Tu dikarî hinekî ji me re bibêjî weke malbata wê windakirina Anna ji bo we hesteke çawa ye, dikarî ji me re bibêjî?

Kurd ji bo şehîdên xwe xemgîn nabin, ji ber ku xemgîniya ji bo wan weke bêrêziya li hember fedakarî û serketina wan dibînin. Ev yek ji bo kesên weke me yên ku hezkiriyan wan bi awayeke trajîk an jî bi tundî dimirin êşa wan hîs dikin û parve dikin asayî dibînin, ecêb e. Mesele ew e ku dema ku em şîna wan digirin, di rastiyê de em ji bo wan şînê nagirin em ji bo xwe şînê digirin. Ji ber wê kûliyê me ew winda kiriye. Gava Anna biçûk bû, pêlîstoka xwe ya tiliyan di kanalîzasyonê de winda kir an jî gava ku yek ji mişkên wê yên kedîkirî bi xeletî  bimira me nikarîbû wê aş bikira. Hestê windakirinê bi wû re ew qas xurt bû ku wê nikarîbû vê yekê kontrol bikira û ez neçar dibûm ku bikevim dewrê û wê aş bikim. Ez vê niha bi bîr tînim. Helbet zarok hin tiştan pir bi hêz hîs dikin û di wê kêliyê de hestên windabûnê bi hestên din vediguhere. Em, malbata Anna, her tim windakirina wê hîs dikin, lê em vê yekê bi serbilindiya nasnameya wê birûmetî pêşwazî dikin, fedekariya wê ya awarte, dilsoziya wê ya bi edaletê re û berî her tiştî bextewarî, afirînerî û rûyê wê yê biken bi bîr tînin.

Em dizanin ku cenazeyê Anna li Efrîna di bin kontrola çeteyan de ye. Ji bo anîna cenazeyê Anna ev demeke dirêj e ku hûn têdikoşin. Hûn dikarin ji me re bibêjin rewşa dawî çi ye?

Me cenazeyê Anna wernegirt. Cenazeyê Anna li cihê ku bedena wê lê ketibû ma. Sedema vê jî ew bû ku herêm di bin êrîşên giran û dagirkeriya dewleta Tirk de bû. Her kesê ku hewl didan cenazeyê Anna bigirin gulebaran kirin. Yanî cenazeyê kesên ku li herêma dagirkirî ketine nehat dîtin. Ez bawer nakim ku niha tiştek ji bedena wê maye. Di sala 2019’an de li ser pêşniyara şîrketa McCue and Partners a hiqûqê, ji bo dayîna cenazeyê me derbarê desthilata Tirk a ku mafê mirovan binpê dike, dozên qanûnî dan destpêkirin. Heta ku em serî li Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî nedin, serî li hikûmetê an jî otorîteya heremî nedin em nikarin rasterast serî li DMME’yê bidin. JI bo vê pêvajoyê me gelek dem û ked da. Lêbelê, wan tu carî li min negeriyan û bersiv nedan daxwazên min. Ji ber vê jî 18 meh in me tu encam negirt. Heman tişt ji bo Wezareta Derve ya Brîtanyayê jî derbasdar e. Min bi Wezîrê Rojhilata Navîn Alastair Burt re du hevdîtin kir, wî ji min re got ku ew ê doza min temsîl bike lê tu gav neavêt. Dema ku me nekarî ji hemû pêvajoyên hiqûqî encam bigirin, me doz bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Dema ku DMME’yê doz dişopand, dadgeheke Hatayê bersiva da hewldanên me; ev tê wê wateyê ku DMME neçar ma dozê red bike. Ji ber ku hat diyarkirin ku êdî doza min li Hatayê dikare bê lêkolînkirin. Ev di Hezîrana îsal de qewimî. Piştî mirina Anna 6 û nîv sal şûnde noqteya ku em hatinê ev e.  Tê gotin ku pêvajoya darazê ya doza min a li Hatayê dibe ku 3 sal bidome.

Gelo hûn difikirin ku ji vê pêvajoya hiqûqî encamê bi dest bixin?

Ez dixwazim sûcên şer, hovîtî û binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkan hinekî ronî bikim. Heke DMME li gorî min biryara xwe bide jî, wê encamên wê zêde nebin, ji ber ku tişta ji destê wan tê ev e ku Tirkan ji ber binpêkirina mafên mirovan mehkûm bikin û tazmînatê bixwazin. Lêbelê, ne mimkûn e ku ev yek pêk were. Tirk dizanin ku ji aliyê siyasî û aborî ve li hemberî Yekîtiya Ewropayê di rewşeke pir xurt de ne. Ji ber vê yekê ez difikirim ku belkî di danûstandinên wan ên bi YE’yê re dê sicîla wan ên mafên mirovan werin paşguhkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin. Di dawiyê de hûn dixwazin çi peyamê bidin gelê Kurd û hêzên berxwedêr ên Rojava?

Ji ber di warê hêvî û piştgiriyê de kêm tiştan pêşkêşî Kurdên Rojava dikim xemgîn im. Helbet ez destxweşiyê li hewlên wan ên ku di dorpêçê de ne jî dîsa têkçûnê qebûl nakin û heyranê sekna wan a bi rûmet im. Tişta ku ez dikarim ji we re bibêjim ew e ku ez dizanim wek Anna û hemû şehîdên we kirine hûn ê heta dawiyê ji bo edalet û mirovahiya rast têbikoşin. Dema derfetê dibîninm li ser Rojava û fikrên Ocalan diaxivim û pêşkêşiyan dikim. Ez ê vê yekê bidomînim.