Şehîdên Meha Cotmehê li Munîhê hatin bibîranîn
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn û peyama, “Pêwîste em her roj, her saet xwedî li têkoşîn û şehîdên xwe derkevin" hat dayîn.
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn û peyama, “Pêwîste em her roj, her saet xwedî li têkoşîn û şehîdên xwe derkevin" hat dayîn.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Munîh ê Elmanyayê Şehîdêm Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Sînan Mêrdîn di bîranînê de axivî. Mêrdîn diyar kir ku ruhê fedayî neqediyaye û bal kişand ser çalakiya ku li TUSAŞ’ê hat lidarxistin.
Di axaftinê de ev peyam hatin dayîn: "Şerê hevala Bêrîtan daye nîşan da ku bê kesek dikare çi bike. Heval Bêrîtan ji vê zîhniyetê re bû bersiv. Li şûna ku em dîl û xulamê dijmin bin, divê em ji gelê xwe û şerê xwe re bibin bersiv. Meha Cotmehê meheke girîng e ku pêwîste em her roj, her saetek xwedî li têkoşînê û şehîdên xwe derkevin.Li Kurdistanê dijmin diyar e û em ji bo çi şer dikin jî diyar e. Li dîasporayê şereke qirêj tê meşandin. Şerê asîmîlasyon, çand û tinekirinê tê meşandin. Çare xwedîderketina li şehîdan û Tevgera Azadiya Kurd e.”
Bernameya bîranînê piştî pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.