PEYAMA 1’Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
Senatorê Partiya Keskan a Awûstralyayê David Shoebridge bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyamek nivîskî weşand. Parlamentera Partiya Keskan Abigail Boyd li Parlamentoya Eyaleta New South Wales axaftinek kir.
BI TÊKOŞÎNA CÎHANÎ RE HEVGIRTINA GELÊ KURD BIKIN
Senatorê Partiya Keskan a Awûstralyayê David Shoebridge di peyama xwe ya nivîskî ya bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê weşandin de destnîşan kir ku serkeftina gelê Kurd li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê ya li Kobanê ji bo bindestan li tevahiya cîhanê cihê îlham û kêfxweşiyê ye. Senator Shoebridge di berdewamiya peyama xwe de got: “Îsal gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê sivîl, binesaziyê û hemû qadên jiyanê yên Rojava têdikoşe. Bi boneya Roja Kobanê em bi têkoşîna gelê Kurd a çarenûsa xwe diyar dike û têkoşîna cîhanî ya azadî, edalet û aştiyê re ne.”
DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVGIRTINÊ YA BI GELÊ KURD RE BÊ MEZINKIRIN
Parlamentera Partiya Keskan Abigail Boyd di axaftina xwe ya li Parlamentoya Eyaleta New South Wales de bi wesîleya Roja Kobanê şoreşa Rojava silav kir. Boyd di axaftina xwe de got, “Ev 10’emîn Roja Kobanê ya Cîhanê ya berxwedana 134 rojan a gelê Kurd a li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan. Rizgarkirina Kobanê ya bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinên Kurd (YPJ) pêk hat, li dijî faşîzmê û êrîşa leşkerî ya li dijî faşîzmê berxwedaneke berfireh derxist holê. 1'emîn Roja Kobanê ya Cîhanê di 1'ê Mijdara 2014'an de hat pîrozkirin, bi milyonan kes li çar aliyê cîhanê daketin qadan û serkeftina Kobanê ya ku di encama berxwedaneke lehengiyê de pêk hat pîroz kirin û hevgirtineke cîhanî ya bi gelê Kurd re nîşan dan. Şoreşa Rojava tevgereke cîhanî ya hevgirtin, berxwedan û têkoşîna hevpar a ku îro li gelên bindest ên ji bo aştî, edalet û azadiyê li cîhanê têdikoşin belav kiriye. Têkoşîna Kurdan a ji bo azadî, xweserî û Kurdistaneke serbixwe berdewam e. Îro jî dewleta Tirk binpêkirina mafên mirovan didomîne. Ji bo rawestandina van êrîşan divê têkoşîna bi gelê Kurd û şoreşa Rojava re bê mezinkirin."