BI DÎMEN

Şehîd Bêrîtan li Erîvanê hat bibîranîn

Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku di sala 1992’an de di şerê Başûr de teslîmî dagirker û xayinan nebû û di 25’ê Cotmeha 1992’an de xwe ji zinaran avêt û şehîd bû, li paytexta Ermenistan Erîvanê hat bibîranîn.

Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan li Mala Gel a Erîvanê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan, endama Komîteya Kurdistanê Jineka Qadir, parlamenter Kinyas Hasenov, bavê şehîd Rûken Mîlo Kaleşyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Şêrîn Kaleşyan axaftin kirin.

Axaftcanan ev tişt anîn ziman: “Çalakiya heval Bêrîtan li dijî PDK’ê ya xiyanetkar, paşverû bû. Heval Bêrîtan ji bo me fermandara şer ya serdema nû ye.” Ji bo xayînan jî wiha gotin: "Bi hevkariya dijmin hûn nikarin gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tune bikin."

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Rêber Apo piştî çalakiya şehîd Bêrîtan artêşa jinê afirandiye û îro di xeta Bêrîtan û Zîlan de bi hezaran jin ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin, li ber xwe didin û wiha domandin: Weke gelê Kurd heta ku em bibin xwedî welatekî azad û Rêberê azad em ê li ser şopa Bêrîtan û şehîdên azadiyê bimeşin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.