Şehîdên Meha Cotmehê li Lîmasolê hatin bibîranîn
Ji bo gerîlayên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de di meha Cotmehê de şehîd bûne, li bajarê Lîmasolê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo gerîlayên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de di meha Cotmehê de şehîd bûne, li bajarê Lîmasolê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê di şexsê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zeynep (Gurbetellî Ersoz), Ronahî (Andrea Wolf), Arîn Mîrkan û Tabûra Nemiran de ji bo Şehîdên Meha Cotmehê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd hat lidarxistin û wêneyên Şehîdên Meha Cotmehê û posterên Rêber Apo hatin daliqandin.
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û Hevseroka Meclisa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan axaftina vekirinê kir. Di çalakiyê de behsa jiyan û têkoşîna Şehîdên Meha Cotmehê hat kirin û hat diyarkirin ku berxwedana vê mîrateyê li Zap, Werxelê, Avaşîn, Rojava û li qadên din berdewam dike.
Bîranînê bi sînevîsyona ji bo Şehîdên Meha Cotmehê hatî amadekirin dewam kir. Piştre sîyasetmedar Lezgîn Serhat axaftineke kurt kir.
Lezgîn Serhat bi bîranîna şehîd Bêrîtanê (Gulnaz Karataş) a ku 25’ê Cotmeha 1992’an şehîd bû dest bi axaftina xwe kir û wiha axivî: “Em xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin û em ê bi tekoşîneke layiqî wan têkoşîna wan bigihînin serkeftinê. Em nikarin bêdeng bimînin.
Dijmin bi ser me de tê, me dikuje û qetil dike. Loma her gava ku em beşdarî bîranînên şehîdan dibin hestên xwe vedijînin. Pêvajo eşkere ye û divê em jî biryardar bin. Û ji bo ku em layiqê şehîdên xwe bibin divê em xwe rêxistin bikin û zêdetir bixebitin.”
Di çalakiyê de hunermend Mazlûm Sîwan ê li Meclisa Gelê Kurd a Qibrisê dixebite li ser bîranîna şehîd Bêrîtan û şehîdên Azadiya Kurdistanê stran gotin. Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Îmraliyê re hezar silav” bi dawî bû.