AVEG-KON’ê li dijî êrîşên li ser Rojava banga daketina qadan kir

AVEG-KON: Em bang li kedkarên koçber ên li Ewropayê û dostên xwe yên enternasyonalîst dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bi gelê Rojava re di nava tevkariyê de bin. Em bi têkoşîna xwe ya yekbûyî hêviya jiyanê ya ku gelê Rojava bi bedelên mezin afirandiye

Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON) derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku êrîşên dagirkeriyê yê şefê faşîst didomin û bang li kedkarên koçber û enternasyonalîstan kir ku li dijî  êrîşên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê bidin gel.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hatin gotin:

Rejîma şeftiya faşîst a mêtinger êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd didomîne, her roj êrîşên nû lê zêde dike. Mêtingerên ku duh bi şev bi êrîşên hewayî û topbaranan êrîşî bajarên Rojava kir, di nava wan de zarok jî hene sivîl  hatin qetilkirin.

Bombebarana ku binesaziyên sivîl û çavkaniyên jiyanî yên gelê Rojav hedef digire, bi awayekî zelal nîşan dide ku rêveberiya faşîst şerê xwe yê dagirkeriyê û daxwazên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Qetilkirina bi dehan sivîlên ku zarok û kal û pîr di nav de bûn û armanckirina cihên jiyanê yên sivîlan û binesaziyên mîna ava vexwarinê, ceryan û nexweşxaneyanhovîtiya wan radixe ber çavan.

Li aliyekê 'pêvajoya çareseriyê' ya ku bi destê dewletê destpê kir û bi hevdîtina malbatê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dewam kir, li aliyê din jî operasyonên dagirkeriyê yên li ser Bakur, Başûr û Rojava didomin. Di heman demê de tecrîda ku li ser Ocalan bi tundî tê meşandin nîşan dide ku wê her rêbazên tasfiyekirinê bên ceribandin.

Ji bo  gelê Kurd di encama şerê herêmî ya dibe ku di navbera Îsraîl û Îranê de li Rojhilata Navîn biqewime, negihîje statuyekê, dixwazin bi şantajeke plankirî û feraseta ‘çareseriya’ tasfiyekariyê ferz bikin.

Rûyê rast ê mêtingeriya faşîst, bomberbaran û planên hilweşîna gelê Kurd ji duh bi şev û vir ve ye derketiye holê. Zilm û terora faşîst a li ser kesên ji bo azadiya polîtîk a li Tirkiye û Kurdistanê têdikoşin didome. Êrîşên teslîmgirtin û tecrîdê yên li ser Ocalan û girtiyên siyasî roj bi roj zêde dibin. Tundiya faşîst a serdest a mêr, jiyana jin û zarokan jin wan distîne. ji bo rant û pereyan êrîşî jiyana zarokêmn nû ji dayik dibin, dikin.

Ev pergal heta şaneyên xwe yên herî biçûk di nava rizînê de ye û qenî bûye. Em bang li kedkarên koçber ên li Ewropayê û dostên xwe yên enternasyonalîst dikin ku li dijî şerê mêtingerî û êrîşên dagirkeriyê bi gelê Rojava re di nava tevkariyê de bin. Em hêviya jiyanê ya ku gelê Rojava bi bedelên mezin afirandiye, bi têkoşîna xwe ya yekbûyî biparêzin.

 Bila êrîşên mêtingerî yên li dijî Rojava bi dawî bibin!