Endamên TCŞ'ê yên ketin avahiya 20 Mînute û Barn Zeitung daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava.
Endamên TCŞ'ê dosyaya têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û pergala qirkirina Îmraliyê radestî edîtorê rojnameyê kirin.
Ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Es lebe Ocalan" berz kirin û dawiyê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişandin ser hevdîtina di 23’yê Cotmehê de di navbera Rêber Apo û biraziyê wî Omer Ocalan de û gotina Rêber Apo “tecrîd hey” hat bibîrxistin. Ciwanan banga têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Di daxuyaniyê de pêla nû ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 23’yê Cotmehê û vir ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin hat şermezarkirin.