'Ji bo azadiya Rêber Apo em biherikin Viyanayê'
Hevserokên Civaka Azad bal kişand ser tecrîda dijî mirovahiyê ya li Îmraliyê û gotin, "Em ji bo azadiya Rêber Apo di 2’yê Mijdarê de biherikin Viyanayê."
Hevserokên Civaka Azad bal kişand ser tecrîda dijî mirovahiyê ya li Îmraliyê û gotin, "Em ji bo azadiya Rêber Apo di 2’yê Mijdarê de biherikin Viyanayê."
Bi armanca pîrozkirina 10’emîn salvegera Kobanê ya bi dirûşmeya “Ji Kobanê ya azad ber bi Rêbertiya azad ve” wê li seranserê Awûstûryayê meşek bê lidarxistin.
Di daxuyaniya hevserokên Civaka Azad a têkildarî meşê wiha hat gotin: “Bi derbasbûna sedsala 21'an re pergala modernîteya kapîtalîst xwest Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike. Lê belê yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya vê projeyê tevgera azadiya Kurd û gelê Kurd bû. Ji ber vê sedemê di 9'ê Cotmeha 1998'an de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Di ser vê komployê re 26 sal derbas bûn, ne Rojhilata Navîn a mezin pêk hat û ne jî aştî pêk hat. Berovajî vê, Rojhilata Navîn veguherî gola xwînê. Şer û pevçûn her ku diçe kûrtir dibe. Pergala ku çaryek sedsale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê digire, ne li gor hiqûq û pîvanan e.”
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser tecrîda dijî mirovahiyê ya li Îmraliyê û wiha berdewam kir: "Ev 44 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Hêrs û fîkarên gelê Kurd a li ser tenduristî û ewlehiya Rêber Apo roj bi roj zêde dibe, êdî vê rewşê qebûl nakin."
BANGA JI BO MEŞÊ
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji bo bidawîkirina komploya navneteweyî, şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, weke Civaka Azad a Awûstûrya di 2’yê Mijdarê de meşa mezin a azadiyê ya ku navenda wê li Viyanayê ye li dar bixin. Armanca me ya di vê meşê de 10 hezar kes in. Meclisa Awûstûryayê ji bo meşê amadekariyên cidî kirine. Ji bo girseyê bînin qadê ji nuqteyên cuda yên bajêr wê otobus bên rakirin. Yên bi wesayîtên taybet bên jî tên koordînekirin. Dîsa yên bi trênê bên tên tespîtkirin.
Ji bo gelê me derbarê azadiya Rêber Apo de serwext bikin û tevlîbûna girseyî ya meşê pêk bînin em ê li gelek herêmên xwe civînên gel li dar bixin.
Banga me ji hemû Kurdistaniyên welatparêz ên li Awûstûryayê ew e ku em li hemberî tecrîd û hemû pêkanînên dijhiqûqî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng nemînin. Werin em bi tevlîbûna vê meşê daxwaza xwe ya azadiyê bilind bikin. Em ji bîr nekin ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahî gelê Kurd e.
Her wiha em hemû sazî, sendîka, partî, çalakvan û hemû kesên ku demokrasî û mafên mirovan diparêzin vedixwînin vê meşê.
Em 2’yê Mijdarê saet di 14:00 de ji bo azadiya Rêber Apo ji Parka Votîvê ber bi Viyanayê ve biherikin.”