Li Parîsê mîtîng: Azadiya Rêber Apo nabe mijara bazarê

Li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê mîtîng hat lidarxistin û wiha hat gotin: "Em nêzîkatiya bêexlaqî, nehiqûqî ya li ser Rêber Apo qebûl nakin" û banga beşdarbûna çalakiyên 20'ê Tîrmehê ku bi ruhê seferberiyê bê lidarxistin, hat kirin.

Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa parîsê ji bo bertek nîşanî bazara li ser rakirina tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.

Di mîtînga ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Vîllîers Le Bel hat lidarxistin de ev tişt hat gotin: "Rêber Apo 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîd û pergala îşkenceyê de tê ragirtin. Ev 40 meh in tu agahî jê nayê girtin. Herî dawî rayedarên nêzî Erdogan pê re hevdîtin pêk anîne û ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bazar kirine. Azadiya Rêber Apo ji bo me bi tu awayî nnabe mjara bazarê. Rêber Apo xeta sor a gelê Kurd e. Em weke gelê Kurd vê nêzîkatiya bêexlaq,, nehiqûqî qebûl nakin. Em di serî de bang li gelê xwe yê li Villiers Le Bel û gelê xwe yê li Fransa û Ewropayê dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî hemû çalakiyên ku 20’ê Tîrmehê roja Şemiyê bên lidarxistin bibin.”