BI DÎMEN

Di Komxebata Fîlîstînê de bal kişandin ser 'Konfederalîzma Demokratîk'

Di Komxebata Fîlîstînê de beşên ji paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hatin xwendin. Di komxebatê de hat gotin, "Emçiqasî zilma dewleta Îsraîlê ya li ser gelê Fîlîstînê eşkere dikin, divê em faşîzma dewleta Tirk jî eşkere bikin."

KOMXEBATA FÎLÎSTÎNÊ

Workers in Palestine (Platforma Karkerên Fîlîstînê) ku ji aliyê zêdeyî 30 sendîkayênkedkar û karkeran ve li dijî êrîşên qirker ên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê hatiye avakirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Londonê komxebata panel, atolye û semîneran li dar xist.

Di komxebatê de ji bilî gelek mijarên bi sernavê rastiya mêtingeriyê, tevgerên şoreşger ên Fîlîstînê û hevgirtina li dijî emperyalîzma navnetewî, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Konfederalîzma Demokratîk di çarçoveya Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re hatin xwendin û li Rojhilata Navîn avakirina pergala nû bû yek ji rojeva sereke ya komxebatê.

Komxebata ku bi sedan kesên ji bawerî û tevgerên cuda beşdar bûn, endamên Meclîsa Jinê ya Jiyan û Meclîsa Gelê Kurd jî cih girtin.

Komîteya Amadekar di axaftina vekirinê ya komxebatê de spasiya xwe pêşkêşî Meclîsa Gel a Kurd kir û destnîşan kir ku divê xalên hevpar ên têkoşîna dîrokî ya tevgerên azadîxwaz ên Kurd û Fîlîstînê yên li dijî emperyalîzma li Rojhilata Navîn di platformên bi vî rengî yên giştî de werin nîqaşkirin.


TEVGERA AZADIYA KURD JI BO ROJHILATA NAVÎN XWEDÎ PERSPEKTÎFÊN GIRÎNG E

Di panela bi navê "Ji Fîlîstînê heta Sûdanê: Em bi yekîtiyê têkoşîna xwe ya li dijî emperyalîzmê mezin bikin" ya ku di beşa dawî ya komxebatê de pêk hat de, ji Konfederalîzma Demokratîk perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rêveberiyên herêmî hatin xwendin.

Çalakvanê Sûdanê û Rêveberê Navenda Dekolonyal Mihemed Elnaîem pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hat destpêkirin silav kir û banga hevgirtina ji bo Abdullah Ocalan ku ev 4 sal in agahî jê nayê girtin, kir. Elnaîem destnîşan kir ku Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn xwedî perspektîfên girîng in û wiha got: “Dema em li dîrokê dinêrin, gelek tevgerên azadiyê ku doza rizgariya netewî dikirin, gelek tevgerên azadiyê yên ku doza rizgariya netewî dikirin di nava modernîteyê de xiyanet li xeta xwe kirine û serî li ber hêzên hegemonîk danîne. Li Fîlîstînê gelek rêxistin li ber hegemonyaya Îsraîlê têk çûn, ji rastiya xwe şoreşgerî dûr ketin. Dema em van tînin berçavan hewcedariya avakirina pergaleke nû li Rojhilata Navîn derdikeve holê.     

EM DIKARIN PERGALEKE NÛ AVA BIKIN

Mihemed Elnaîem amaje bi vê yekê kir ku avakirina "komîteyên berxwedanê" di xebatên şoreşgerî yên li dijî hikûmeta otorîter El-Beşîr li Sûdanê di salên 2018-2019’an de, mînakek ji rê û rêbazên perspektîfên rêveberiya herêmî yên komîte, komîn, meclîsê yên Abdullah Ocalan e.”

Elnaîem di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ezmûnên me yên şoreşgerî yên li Sûdanê ev in ku bi qebûlkirina perspektîfên konfederalîzmê yên Ocalan, bi rêxistinkirina fikr û pratîkên şoreşgerî yên ji çînên serdest û navîn ên serbixwe, li derveyî pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanî, "komîteyên berxwedanê" yên li Sûdanê di nava xebatên xwepêşketinê de ne.”

Elnaîem anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan nîşan da ku rêyeke din jî mimkûn e. Elnaîem bang kir ku bi platformê re divê sîstemeke nû bê avakirin.

DIVÊ EM BIQASÎ ÎSRAÎLÊ TIRKIYEYÊ JÎ EŞKERE BIKIN

Di dawiyê de Elnaîem da xuyakirin ku faşîzma dewleta Tirk bi xemsariya xwe ya li hemberî şewatên dewletê yên li Kurdistanê, careke din rûyê xwe nîşan da û got, "Divê em faşîzma dewleta Tirk bi qasî ku Îsraîlê ji ber zilma wîya li ser gelê Filistînê eşker dikin, eşkere bikin.”

Panel bi pirs û bersivan berdewam kir.