BI DÎMEN

Li ber konsolosxaneyên Sirbistanê daxwaza azadiya Ecevît Pîroglû hat kirin

Li gelek navendên Ewropayê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû çalakiyên hemwext hatin lidarxistin û dirûşmên "Divê Ecevît Pîroglû demildest bê berdan" hatin berzkirin.

ECEVÎT PÎROGLÛ 125 ROJ IN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Şoreşgerê Tirkiyeyî Ecevît Pîroglû ku bi daxwaza radestî Tirkiyeyê bê kirin 3 sal in bi awayekî derqanûnî li Sirbistanê girtî ye, li hemberî vê bêhiqûqiyê cara duyemîne dikeve greva birçîbûnê û daketiye 45 kîloyan. Ji bo azadiya Pîroglu li gelek navendên Ewropayê çalakiyên hemwext hatin lidarxistin.

LONDON

Li ser banga Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber (GÎK-DER) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) li paytexta Îngilistan Londonê ji bo Ecevît Pîroglû çalakiya azadiyê hate lidarxistin. Di çalakiya ku li ber Konsolosxaneya Sirbistanê hat lidarxistin de banga, ”Divê Ecevît Pîroglû demildest bê berdan" hat kirin. Di çalakiyê de ku dovîzên bi Îngilîzî hatin hilgirtin û daxuyaniya bi Îngilîzî hate xwendin de ev tişt hatin nivîsandin:

"Di 2'yemîn greva birçîbûnê ya Piroglû de ku di 12'ê Sibata 2024'an de dest pê kiribû, 125 roj li pey xwe hişt, her roj bedena wî dihele û daketiye 45 kîloyan. Pîroglû ji bo wî radestî Tirkiyeyê nekin 136 roja ketibû greva birçîbûnê û bedena wî zirar dîtibû û mafê dermankirinê jî hatibû astengkirin.

Dewleta Sirbistanê bi helwesta xwe ya keyfî gav bi gav Piroglû ber bi mirinê ve dibe. Heke tişt bi Pîroglû were berpirsyarê vê yekê Sirbistan e.

Em daxwaz dikin ku dewleta Sirbistanê dev ji peymanên qirêj ên bi dewleta Tirk a faşîst re berde û li gorî hiqûqa navneteweyî demildest azad bike.”

Çalakiya "Ji Ecevît Pîroglu re azadî!" Bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DUSSELDORF

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê li ber Konsolosxaneya Sirbîstanê  çalakiya piştevaniyê ya bi Ecevît Pîroglû re hat lidarxistin. Li ber Konsolosxaneya Sirbistan a Klosterstrasse bi Elmanî, Kurdî û Tirkî daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiya ku pankarta "Ji Ecevît Pîroglu re azadî" hat hilgirtin de daxuyanî hat xwendin.

Di axaftina li ser navê Konfederasyona Karkerên Tirk a Ewropayê (ATÎK) de hat xwestin ku Ecevît Pîroglû demildest bê berdan.

Di çalakiya ku dosya radestî Konsolosxaneya Sirbistanê hat kirin de dirûşmên "Ji Ecevît Pîroglu re azadî", "Daxwazên greva birçîbûnê bên qebûlkirin" û "Bijî hevgirtina navneteweyî" hatin berzkirin.

DEN HAAG

Bi banga pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB) ên Haloandayê li ber Sefaretxaneya Sirbistanê ya li Den Haagê bi” daxwaza “Ji Ecevît Pîroglu re azadî!" çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniya ADGB'ê ya ji bo Ecevît Pîroglû tavilê bê berdan hat xwendin. Gelek caran dirûşma "Ji Piroglû re azadî!”hat berzkirin û name avêtin qutuyên sefaretxaneyê.

STÛTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, pêkhateyên ADGB'ê li ber Konsolosxaneya Sirbistanê bang li hikûmeta Sirbistanê kirin ku daxwazên Ecevît Pîroglû qebûl bike.
Di daxuyaniya li ser navê ADGB'ê hat xwendin de hat ragihandin ku Ecevît Pîroglû bi awayekî derhiqûqî tê girtin û tevî ku dadgehan biryara berdanê daye jî hikûmeta Sirbistanê li gorî talîmatên hikûmeta AKP'ê tevdigere.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Pîroglû daketiye 45 kîloyan û banga xwedîderketina li Pîroglû kirin.

Girseya gel piştre bi sirûdan çalakiya xwe domandin û bi dirûşmeyên hevgirtina navneteweyî dawî li çalakiya xwe anî.