Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Li Gossauyê standa 'Rojên diyalogê bi Abdullah Ocalan re' hat vekirin

Di çarçoveya kampanyaya "Rojên diyalogê bi Abdullah Ocalan re" de li festîvala Gossau ya kantona St Gallen a Swîsreyê stand hat vekirin.

Bi boneya salvegera tevlîbûna bajarê Gossau ya kantona St Gallen festîvala “1200 Jahre Gossau' ya 3 rojan destpê kir. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St Gallen (CDK-SG) di festîvalê de stand vekir.

Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nasandin.

Li festîvalê di çarçoveya kampanyaya nameyên ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re bê şandin daye destpêkirin, îmze hatin berhevkirin û belavok hatin belavkirin.

Ligel standa xwarinê ya ku xwarinên Kurdî hatin pêşkêşkirin, koroya ku di bin banê CDK-SG’ê de xebatên xwe didomîne derket ser dikê û awazên Kurdî gotin.