Rustem Cudî û Umît Acar li Nurnbergê hatin bîranîn

Umîd Acarê ku berî du salan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto bike bedena xwe dayî ber agir û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cudî li Nurnbergê hatin bîranîn.

Li Nurnberga Elmanyayê bi çalakiyekê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cudî yê ku 27’ê Îlona 2011’an şehîd bibû û Umît Acarê ku 27’ê Îlona 2018’an li Ingolstadtê bedena xwe dayî ber agîr bîranîn.
Xizmên Umît Acar û nûnerê saziyên Kurdan jî di nav de gelek kes tevî çalakiya bîranînê ya li salona Mala Gel a Medyayê bûn.
Di axaftinên piştî deqeyek rêzgirtin hatîn kirin de, soza li ser şopa şehîdên ku di têkoşîna azadiyê de xwe feda kirîn dan û bang hate kirin ku têkoşînê li her qadê mezin bikin.