BI DÎMEN

Rojnamevanên Kurd li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê çalakî kirin

Kedkarên çapemeniya azad ên li ser banga Yekîtiya Rojnamevanên Jin (ROJIN) li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li Brukselê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan şermezar kirin û xwestin hesab bê xwestin.

Kedkarên çapemeniya azad bi çalakiyeke li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya li Brukselê êrîşên li ser rojnamevanan şermezar kirin.

ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê di daxuyaniya ku bi gelek zimanan hate xwendin de bang li hikumeta Iraqê kir ku şert û mercên pêkanîna pîşeya rojnamevanan û ewlehiya wan a canî misoger bike û kujerên rojnamevanên hatin qetilkirin bên cezakirin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîkayê jî piştgirî da çalakiya ku ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hero Behadîn hat lidarxistin ku di meha Tebaxê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Kedkarên çapemeniya azad ên ji welatên cuda yên Ewropayê jî tevlî çalakiyê bûn û pankarta “Rojnamevanî ne sûc e! Gulistan Tara û Hero Behadîn bi SIHA’ya Tirk li Silêmaniyê hatin qetilkirin” hate hilgirtin.

Di çalakiyê de wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin hate hilgirtin û daxuyaniya çapemeniyê ya bi zaravayên Kurmancî û Soranî ya zimanê Kurdî û bi zimanê Erebî û Ingilîzî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di roja me ya îro de ku ji ber zêdebûna polîtîkayên şer pêwîstiya civakan ji her demê zêdetir bi serwextî û wergirtina nûçeyan heye, zextên rejîmên totalîter ên li ser rojnamevanan zêde dibin. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a Navneteweyî, gelek hikûmetên li çaraliyê cîhanê bi polîtîkayên zext, girtin, binçavkirin û qetilkirina rojnamevenan, mafê civakê yê wergirtina agahiyan asteng dikin.

Di rastiyê de dewleta Tirk ku yek ji wan dewletan e ku zextê li rojnamevanan dike, wan  digre û nahêle ku karê xwe bikin, sûcekî nû li sûcên xwe zêde kirin. 23’yê Tebaxê dewleta Tirk li navçeya Silêmaniyê li Seyîdsadîqê wesaîteke rojnamevanên Kurd bi balafirên xwe yên bêmirov û biçek hedef girt. Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di wesaîta şîrketa Chatr Productionê de bûn, şehîd bûn. Di êrîşê de Rêveberê Chatr Productionê Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku ev êriş piştî “Mutabaqata Hevkariya Leşkerî,  Ewlekarî û Dijî Terorê” ku di 15’ê Tebaxê de ji aliyê hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk ve hatibû îmzekirin, pêk hat. Herwiha li derveyî mutabaqata heyî, ev êrişa li ser xaka Iraqê rasterast hikûmeta Iraqê girê dide. Piştî êrîşê ti daxuyaniyeke cidî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehat dayîn û li hemberî berpirsên vê êrîş û sûîqestê ku berpirsên wan eşkere ne, ti gav nehat avêtin. Ji ber ku hikumeta Iraqê li hemberî êrîşan ti gavan navêje wê ev bibe ispata hevkariya Dewleta Tirk-PDK û Iraqê. Ji ber wê jî  bendevariya rojnamevanan û bi qasî wan bendewariya gelê Kurd û gelê Iraqê ev e hikûmeta Iraqê gaveke berbiçav bavêje.

Ji dîrokê heta niha êrişên li ser rojnamevanan ên weke zext, êşkence, girtin û qetlîam di serdemên ku polîtîkayên şer zêde bûne re hevdem e. Bi rastî jî ji ber polîtîkayên şer li gelek navendên cîhanê rojnamevan dibin hedef. Rejîmên ku dixwazin sûcên xwe veşêrin û rastiyê berovajî bikin, polîtîkayên xwe yên tundiyê li hemberî rojnamevanan zêde dikin. Rapora 2023’yan a IFJ (Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî) vê rastiyê piştrast dike. Li gorî daneyên IFJ'ê , di sala 2023'yan de li cîhanê 120 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin. Di encama van polîtîkayan de Îranê di 23’yê Tîrmehê de cezayê darvekirinê li rojnamevan Kurd Pêşxan Ezîzî birî.

Li kîjan devera cîhanê rojnamevanek hatibe qetilkirin, diyar e ku hewl tê dayîn rastiyan veşêrin. Ji ber vê yekê qetilkirina rojnamevanan kuştina heqîqetê û veşartina sûcan e. Di heman demê de êrişek li dijî mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan e.

Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jî ji ber eşkerekirina tifaqên qirêj û sûcên ku bi bazara li ser Kurdan li herêmê pêk tên, hatin hedefgirtin û qetilkirin. Polîtîkayên şer û berfirehkirina dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dibe sedema qetilkirina sivîlan, valakirina gundan, şewitandina daristanan û krîza aborî. Hedefkirina rojnamevanên jin ên ku vê rastiyê dişopînin, veşartina vî sûcî ye.

Weke ROJIN û Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd, em diyar dikin ku rojnamevanên ji bo ragihandina rastî û heqîqetê hemû talûkeyan didin ber çavê xwe, hemû gefên li ser jiyana xwe didin ber çavû xwe, kes nikare serî bi wan bide tewandin. Eşkere ye ku  bi zext, qetilkirin, êriş û girtina rojnamevanan wê encama dixwazin bi dest nexin. Em dixwazin li şûna bêdengkirina rojamevanan polîtîkayên şer bên terikandin.

Banga me ji raya giştî re ew e ku rojnamevanan bi tenê nehêlin û xwedî li mafê xwe yê wergirtina nûçeyan derkevin.

Her wiha em daxwaz ​​ji rêxistinên jinan dikin ku zanebûna ku her rojnamevana  hatî qetilkirin ziman û dengê jinan e, li dijî dewletên sûcan di qadên navneteweyî de têkoşîneke hiqûqî bimeşînin. Em bang li çapemeniya navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li hemberî her êrişeke li dijî rojnamevanan bi berpirsyariya xwe rabin.

Em bang li hikûmeta Iraqê û saziyên navneteweyî dikin

 Divê ewlekariya jiyana rojnamevanan û şert û mercên wan ên ji bo îcrakirina karê xwe bû dabînkirin,

 Divê mafê civakê yê wergirtina agahiyan bê parastin,

 Failên qetilkirina rojnamevanan bên cezakirin.”