Rojnameger Turfent di kampanyaya PEN’ê de ye

Kluba PEN’ê ya Navneteweyî rojnamegerê Kurd Nedîm Turfent jî di nav de ji bo 5 rojnameger, nivîskar û çalakgeran azadî xwest.

Kluba PEN’ê ya navneteweyî ji sala 1981’ê û vir ve 15’ê Mijdarê wekî Roja Nivîskarên di Girtîgehê de pîroz dike. PEN’ê balê dikişîne ser nivîskarên di bin zextên rejîman de ne.

Di kampanyaya PEN’ê de rojnamegerê Kurd Nedîm Turfen jî heye. Dadgehên Tirkiyeyê 8 sal û 9 meh ceza li Turfent birîne. Turfent di sala 2016’an de hatiye girtin û cezayê wî hatiye teqezkirin.

Ji xeynî Turfent di kampanyaya PEN’ê de Lydîa Cacho Rîberîro, Stella Nyanzî, Shakthîka Sathkûmara û Galal El Behaîry jî cih digirin. PEN’ê diyar kir ku ev her pênc kes ji ber pîşeyên xwe bûne hedefa rejîman.