Roja pêşîn a ‘Meşa dirêj’ bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKOJIN her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke dirêj li dar dixin. Roja pêşîn a meşa îsal bi dawî bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKOJIN 20 sal in li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke dirêj li dar dixin. Meşa îsal ji bajarê Kolnê ya Elmanyayê dest pê kir û wê heta Aachenê bidome. Roja pêşîn a meşê bi dawî bû.

Di roja pêşîn de ciwan li Heûmarktê ya Kolnê hatin ba hev û dest bi meşê kirin. Di meşê de derbarê armanca meşê û êrişên dagirker belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Di meşê de Tirkên faşîst provokasyon kirin û xwe parastin. Di meşê de polîsên Elman nasnameyên ciwanan kontrol kirin.

Piştî kontrola nasnameyan ciwanan meşa xwe domandin. Ciwan bi qasî 25 kîlometreyan meşiyan û li Leverkûsê bi awayekî bi coş roja pêşîn a meşa xwe bi dawî kirin.