BI DÎMEN

Roja Kobanê ya Cîhanê li Ewropayê hat silavkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Atîna, Freiburg û Wuppertalê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Taxa Prosfygika ya paytexta Yewnanistan Atinayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Şehîd namirin" û “Bijî Serok Apo" berz kirin

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir û li ser navê Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê axaftin hat kirin û wiha gotin: “DAÎŞ û dewleta Tirk dixwest di şexsê Kobanê de şoreşa azadiya Apoyî hedef bigirin û şoreşa Rojava bifetisînin. Lê belê ciwan û gelên çar parçeyên Kurdistanê di şexsê Kobanê de xwedî li şoreşa Kurdistanê derketin. Em weke gelê Kurd li Atînayê vê şoreşa bi rûmet pîroz dikin.”

Piştî axaftinê bername bi sînevîzyona li wate û girîngiya rojê hatibû amadekirin, hat pêşandan û bi gerandina govendê bi dawî bû.

WUPPERTAL

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê bi pêşengiya jinên endamên TJK-E fîlmê Kobanê hat pêşandan. Pêşandana fîlmê li Komeleya Çanda Kurdistanê ya Wuppertalê hat lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Di axaftinan de 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin û wiha hat gotin, “Çeteyên DAÎŞ'ê di payîza 2014’an êrîşî ser Kobanê kirin. Li seranserê cîhanê bi sed hezaran kes daketin kolanan û bi xwepêşandanan hevgirtina bi şervanên YPJ û YPG’ê nîşan dan. Bajar bi îradeyeke mezin hat parastin. DAÎŞ têk çû û kanton gav bi gav hat rizgarkirin. Piştî serketinê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin."

Piştî axaftinê girseya ku beşdarî çalakiyê bû bi erbaneyan bi yek dengî sirûda "Herne Pêş" gotin. Piştî pêşandana sînevîzyonê, timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

FREIBURG

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Nûda bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê semînerek li dar xist.

Di semînerê de hat diyarkirin ku berxwedana Kobanê ya ku di sala 10’an de ye û li dijî tarîtiyê cîhanê ronî dike. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku di encama Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Rojava de hatiye afirandin, tekane rêya çareserkirina pirsgirkên Rojhilata Navîn e.

Di semînerê de banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin hat kirin.