Qetilkirina Jîna Emînî li Aachenê hat protestokirin
Li Aachenê bi tevlêbûna nêzîkê hezar kesan, qetilkirina Jîna Emînî hat protestokirin û berxwedana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin.

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaq“ ên Îranê ve û êrîşên hêzên dewletê yên bi ser gel de hatin protestokirin û wêrekî û hêviya gel hat silavkirin.
Mîtîng ji aliyê Navenda Gelê Kurd a Aachenê ve li ber Elîsenbrûnnen a dîrokî hat organîzekirin. Kurdistanî, Faris û Elman bi giştî nêzî hezar kes tev li mîtîngê bûn.
Li mîtîngê gelek nûnerên sazî û rêxistinên Faris, Elman û Kurdan axivîn. Li ser navê Kurdistaniyan Tûba Hezer axivî.
Di mîtîngê de pankartên li ser “Jin ne azad bin civak azad nabe“ û “Li dijî şer, patrîarka û kapîtalîzmê piştevaniya Kurdistanê“ nivîsandî û dowîzên, nivîsên li dijî pergala mêrserwer û pergala Îranê li ser nivîsandî hatin hildan.