BI DÎMEN

'Qada çapemeniya azad bi pêşengtiya jinan bi pêş dikeve'

Rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser girîngiya Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) û diyar kirin ku ew hewl didin dengê jinan bigihînin cîhanê.

Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Evîn Îbrahîm û Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo di salvegera demezrandina YRJ'ê de têkildarî mijarên avakirina YRJ’ê û armancên wê û rola jinên rojnamevan di nava civakê de ji ANF’ê re axivîn.

Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê  Evîn Îbrahîm salvegera damezrandina YRJ’ê li hemû rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhiltatê Sûriyeyê dixebitin pîroz kir û diyar kir ku rojnamevanên jin ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke mezin rakirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke mezin didin meşandin û îro bi hejmareke mezin di nav ragihandinê de cih digirin û roleke mezin radibin. Ji bo gihandina dengê gel û jinên Rojavayê Kurdistanê ji cîhanê re ragihînin û parastina şoreşa ku bi pêşengtiya jinan dest pê kiriye, bike jî têkoşîna xwe heya roja me ya îroyîn jî bê navber didomînin.’’

Evîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa rojnamavanan ya beriya Şoreşa Rojava û ev yek anîn ziman: ‘’Li rojavayê Kurdistanê bi taybet jî beriya Şoreşa Rojava ji ber sîstema ku li ser civakê hatibû ferzkirin, rojnamevaneke jin tune bû. Ev rewş ne tenê ji bo jinan ji bo hemû gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê derbasdar bû. Her wiha eger kesekê cihê xwe di nav çapemeniyê de girtibana jî nikarîbûn weke rojnamevanekî azad tev bigere. Rojnamevanan nedikarî  temsîliyeta çand, dîrok û neteweya xwe bike. Her wiha ev rewş ji bo jinan bi tu awayî nedihat qebûlkirin.’’

Evîn di nava axaftina xwe de anî ziman ku di sala 2011'an de li gel Şoreşa Rojava jinan di çapemeniya azad de cihê xwe girt û bi pênûs û kameraya xwe daketin qadan û got: ‘’Beriya Şoreşa Rojava li gorî fikrên ku li me hatibûn ferzkirin, me xeyal nedikir ku em bibin rojnamevan. Lê belê li gel Şoreşa Rojava yek ji qadên sereke yên ku di sala 2011'an de ketin nava kar û xebatê çapemeniya azad bû û  wê demê herî zêde jin tevlî xebatan bûn. Jin bi kamera û pênûsên xwe weke pêşkêşvan û nûçegîhan daketin qadan û di nava çapemeniyê de cihê xwe girtin. Di destpêka şoreşê de ji ber civak û çanda ku hatibû belavkirin, di warê xebata çapemeniya azad de gelek zehmetî hatin kişandin. Nedihate qebûlkirin ku jinek rojnamevantiyê bike. Jinan jî ji bo ku vî karî bi civakê bidin qebûlkirin, têkoşîneke mezin dane meşandin.  Jinan xwe perwerde kir, şoreşek di nava xwe de ava kir û bi sekn û pêşketina xwe civaka derdora xwe jî bi xwe re perwerde kir.''

Evîn Îbrahîm bal kişand ser rola jinên rojnamevan ya di nava şoreşê û êş û azarên jinan û ev yek anîn ziman: ‘’Rola jinên rojnamevan di qada şoreşê de mezin bû. Li kêleka wê jî ji bo eşkerekirina êş û azarên jinan roleke mezin diket ser milên jinên rojnamevan. Ji ber ku di destpêka Şoreşa Rojava de rola wan herî mezin ew bû ku ev mijar ji raya giştî re werin ragihandin,  da ku jin bikaribin di nav vê şoreşê de gavên mezintir bavêjin û bikaribin jinan ji vê tundiyê rizgar bikin. Ji ber wê jî têkoşîna ku jinên rojnamevan di destpêka şoreşê de dane meşandin, gelekî mezin bû û heta roja îro jî heman keda ku di wê demê de dihat dayîn, berdewam dike’’

Evîn Îbrahîm anî ziman ku ger di qadên şoreşê de jin nebirêxistinkirî bûna, wê serkeftinên mezin jî nebûna û got: ‘’Ji bo wê jî beriya damezrandina YRJ’ê jinên rojnamevan di bin sîwana RA JIN ROJAVA de xebat dikirin. Jinên rojnamevan bandoreke mezin ser civakê dane avakirin û nêrînên civakê ên li ser jinan dan guhertin. Her wiha jinên rojnamevan karîbûn bi pênûs û kameraya xwe balê bikşînin ser hin mijarên civakê. Ji cîhanê re ragihandina dengê şoreşa jinan bi saya têkoşîna jinên rojnamevan pêk hat û heta niha jî ev têkoşîn berdewam dike.’’

Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Evîn Îbrahîm di nava axaftina xwe de qala beşdarbûna rojnamevanên jin a ji bo hemleyan kir û got:  ‘’Gelek rojnamevanên jin di nava hemleyên rizagarkirinê û şerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girtin. Yek ji wan jî şerê Kobanê bû ku kêliyên şer û serkeftina ku bi pêşengtiya YPJ’ê pêk dihat di saya kamera û pênûsa jinên rojnamevan gihişt raya giştî û cîhanê. Heta roja îro jî cîhan qala têkoşîn û berxwedana Kobanê dike. Roja îro jî jin di qadên girîng de yên weke Hêzên Asayîş û YPJ’ê de cih digirin.’’

Evîn Îbrahîm di nava axaftina xwe de qala destpêka avakirina Yekîtiya Ragihandina Jinan kir û ev yek anîz ziman: ‘’Di sala 2020'an de Yekîtiya Ragihandina Jinan hate avakirin. Her wiha qadên şoreşê berfirehtir bûn û gelek herêm hatin rizgarkirin û jin jî weke hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî qada çapemeniya azad bûn. Ji bo wê jî pêwîstî bi avakirina yekîtiyekê hebû da ku jinên rojnamevan xwe di bin sîwana wê de xwe bi rêxistin bikin û kar û xebatên xwe baştir bikin. Weke encam jî îro wê jî îro jin di nava qadên çapemeniya azad de xwedî rêjeyeke weke ji % 70’yî ne. Çawa ku jinan di her qadê de cih girt û pêşengtî kir, îro di qada çapemeniya azad de jî pêşengtiya jinan derdikeve pêş.’’

Evîn Îbrahîm di dewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku di kêliyên gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê berdewam dikin de jî  jinên rojnamevan di nav civakê de bi kamera û pênûsa xwe têkoşîna xwe ya li hemberî wan êrîşan didin berdewamkirin û got: ‘’Di van deman de em di xebatên xwe de zêdetir balê dikşînin ku em ê çawa guhertinan di nav civakê de ava bikin. Her wiha li aliyekî jî  rojane êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê hê jî berdewam dikin. Em jî weke rojnamevanên jin hewl didin ku bi xebatên xwe di nava civakê de bi pênûs û kameraya xwe têkoşîna xwe ya li hemberî gef û êrîşan bilindtir bikin.’’

Evîn Îbrahîm dawiya axaftina xwe de anî ziman ji bo ku jinên rojnamevan dengê jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negihînin cîhanê her tim ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û wiha got: ‘’Îsal jî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser ekîba JIN TV’yê berdewam kirin. Di encama êrîşên dewleta Tirk de rojnamevanek birîndar bû û hevkarê me Necim El Dîn gihîşt asta şehadetê. Ev jî dide diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe çapemeniya azad hedef digire. Her wiha ji ber ku dengê jinên rojavayê Kurdistanê bi rêya jinên rojnamevan digihîje cîhanê û da ku jin bi azadî jiyan nekin, kar û xebata xwe nedin meşandin di hedefa dewleta Tirk a dagirker de ne. Em hemû êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên pêşeng û rojnamavanan şermezar dikin. Em ê her li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin.’’

Li aliyeke din jî nûçegîhana televizyona JIN TV’yê Sîdra Mamo di salvagera demezrandina YRJ'ê de hemû şehîdên ku ji bo heqîqetê canê xwe feda kirine, bi bîr anî û ev roj li wan şehîdan pîroz kir û got: ‘’Di nava Şoreşa Rojava de bi pêşengtiya jinan gelek destkeftî hatin bidestxistin. Yek ji wan destkeftiyan jî ew e ku jinan di nava çapemeniyê de bandoreke mezin li ser civak û raya giştî da avakirin.’’

Sîdra di dewama axaftina xwe de têkildarî rola jinan ya  di nava ragihandinê de axivî û wiha berdewam kir: ‘’Jin di nav xebetên çapemeniyê de bi roleke girîng radibin. Bi taybet jî di warê xwebirêxistinkirinê de weke xwediyên roleke girîng di nava xebatên çapemeniyê de cihê xwe digirin. Her wiha jinan li seranserê cîhanê jî bandoreke mezin li ser hemû jinên cîhanê dan avakirin. Piştî şoreşê ev yek bi çavan jî hate dîtin ku jin di nava çapemeniya azad de bi hejmareke mezin cih digirin û rola xwe dilîzin.’’

Sîdra di nava axaftina xwe de anî ziman ku jin jî bi kamera û ramanên xwe li hemberî sîstema kapîtalîst têdikoşin  û got: ‘’Di roja me ya îroyîn de leşker bi çekên xwe şer dike, siyasetmedar bi pênûsa xwe şer dike û  jin jî di nav ragihandinê de bi raman û fikrên xwe li hemberî sîstema kapîtalîst şer dike. Girêdayî esasê ku em bibin dengê rastiyê û bi taybet jî li her derê em bibin dengê jinan û bibin çavê rastiyê em xebatên xwe dimeşînin.’’

Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra di berdewamiya axaftina xwe de behsa îlankirina demezrandina YRJ’ê û sîstema YRJ’ê kir û got: ‘’Di konferansa sala 2020'an de YRJ hate avakirin. YRJ’ê bi awayekî bi rêk û pêk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xwe da runiştandin û meclîsa xwe li hemû qad û kantonan da avakirin. Girêdayî vê yekê kar û xebatên me li ser esasê pêşxistina jinan û perwerdekirina jinan û civakê ye.’’

 Sîdra di axaftina xwe de  da diyarkirin ku armanca wan a sereke ew e ku bibin dengê jinên li herêmên dagirkirî û got: ‘’Em weke rojnamevanên jin armanca me ya sereke ew e ku em bibin dengê jinên li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî. Jinên li van herêman rastî kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên weke êşkenceyên giran tên. Em jî weke nûçegîhanên jin yên li qada Şehba, erka me ye ku em bibin dengê van jinan û ji cîhanê re nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hember jinan eşkere bikin. Her wiha bidin xuyakirin ku dewleta Tirk ji hêz û rêxistinbûyîna jinan ditirse û ji ber wê ye ku bi awayekî eşkere li her derê jinan hedef digire. Dewleta Tirk bi taybet jî jinên ku li pey azadiyê digerin û xwe perwerde û zana dikin û ramanên xwe li her derê vedibêjin, hedef digire.’’

Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo got ku ji cîhanê re gihandina dengê wan jinan weke erka xwe dibînin û axaftina xwe wiha domand: ‘’Em jin weke erka xwe dibînin ku heta jinên li herêmên dagirkirî bên rizgarkirin em ê dengê wan jinan ji hemû cîhanê re ragihînin û em ê bibin dengê heqîqetê û em ê tim ji bo vê yekê kar bikin. Taybet jî erka me ye ku em berxwedana jinên Efrînê ên ku li Şehba li hemberî hemû zor û zehmetiyan, li hembeî êrîşên dewleta Tirk û dorpêça Hikumeta Şamê li ber xwe didin, ji cîhanê re ragihînin.’’  

Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo diyar kir ku serkeftinên ku îro hatine bidestxistin bi keda salan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: ‘’Serkeftinên ku îro hatine bidestxistin bi saya keda salan ya rêhavelên me ên şehîd ên ku di oxira vê şoreşê de hewl dan ku bibin dengê heqîqetê. Em weke rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî em ê tim li ser şopa şehîdên xwe bin û em wan ji bîr nakin. Her wiha em soz didin ku em ê tu carî ji xeta wan gav paşde nevêjin û xeyalên wan pêk bînin û her tim bibin dengê rastiyê.’’