Enstîtuya Kurdî 13’emîn kongreya xwe li dar xist

Enstîtuya Kurd a Elmanyayê 13’emîn kongreya xwe ya asayî li Dusseldorfê li dar xist.

KONGREYA ENSTÎTUYA KURDÎ

Kongre saet di 13:00 de li salona konferansê ya Mala Kurdan a Dusseldorfê hat lidarxistin.
Axaftina vekirinê ji aliyê rêveberê Enstîtuyê Mazhar Zumrut ve hat kirin. Zumrut mêvan û delegeyan silav kir û got: “Îro roja ku Şêx Seîdê Kal û 46 hevalên wî bi darvekirinê şehîd ketine. Piştî 75 salan cezayê îdamê jî dane Serok Apo. Xwestin dîroka windakirina Kurdan ji nû ve zindî bikin. Lê belê gelê Kurd têk neçû. Em dîroka gelê xwe, şehîdên xwe û yên ku xizmeta welatê xwe kirine bi bîr tînin. Em tu carî ji bîr nakin."

Piştî axaftinê ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Cemal Lorîn, Rûkiye Ozmen û Yûsûf Bîlgîç ji bo meclîsê hatin hilbijartin.
Di kongreyê de rêveberiyeke nû ya ji 7 kesan pêk tê hat diyarkirin. Ji bo hevserokatiyê Dîmen Sorabî û Sînan Alptekîn hatin hilbijartin. Ji bo Lijneya Rêveberiyê Hûlûsî Tûrgût, Lezgîn Botan, Şemsedîn Akalan, Mahmût Aydin û Serhat Kerîm hatin peywirdarkirin.


Di kongreyê de rêzikname jî hat guhertin. Her wiha raporên malî û xebatê hatin xwendin û ji aliyê delegeyan ve hatin qebûlkirin. Her wiha perwerdekirina mamosteyên nû jî hat plankirin. Li gorî biryarên ku di kongreyê de hatin girtin, dersên ziman ên li zanîngeh û dibistanan tên dayîn dê di nîvsala pêş de jî berdewam bikin. Dê cihên nû yên kursê werin vekirin û piştgiriya ji bo kesên ku li ser civaka Kurdistanê lêkolînan dikin dê berdewam bike.

Di kongreyê de kedkarê Enstîtuya Kurd a li Elmanyayê mamoste Fevzî Ozmen ê ku di 17'ê Îlona 2023’yan de jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn.
Kongre bi stranên Hozan Şemdîn bi dawî bû.