BI DÎMEN

Şehîd Zîlan li Mannheîmê hat bibîranîn

Şehîd Zîlan di 28'emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hat bibîranîn.

ŞEHÎD ZÎLAN (ZEYNEP KINACI)

Meclîsa Gel a Herêma Mannheîmê û KOMAW’ê di 28’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinacî (Zîlan) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêkanî, bi merasîmekê bi bîr anî. Li qada bîranînê wêneyê Zîlan hatin danîn û find hatin vêxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku Zîlan (Zeynep Kinaci) berî 28 salan ji bo vale derxistina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giyanê xwe feda kir û bi dehan leşkerên payebilind ên dewleta Tirk a dagirker kuşt.

Axaftvanan anî ziman ku eger em îro rihet tevdigerin, ev bi saya Zîlan û hezaran şehîdên fedayî ye.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.