Li Îranê parêzvana mafên jinan hate girtin

Li bajarê Damxan ê eyaleta Simnan a Îranê, nivîskar û parêzvana mafên jinan Etîfe Rengrêz hate girtin.

Nivîskar û çalakvana mafê jinan Etîfe Rengrêz a nişteciha bajarê Damxan a ser bi parêzgeha Simnan ku cara duyem hate binçavkirin, duh li şaxa yek ya Dadgeha Şoreş ya li bajarê Damxan hate dadgehkirin. Etîfe şandin girtîgeha Şahrud.

Di danişînê de dadgehê tometa ‘Ji bo ewlekariya welat avakirina koman, propagandaya li dijî desthilat û belavkirna direwan’ arasteyî Etîfe kir.

Etîfe di 10’ê Îlona 2023’yan de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li Damxan hatibû binçavkirin. Ji wir şandibûn Îtalata Simnan, piştî lêpirsînan jî şandibûn girtîgeha Şahurd û di 12’ê Cotmeha 2023’yan de bi kefalet hatibû berdan.