Konferansa TekoJIN li Elmanyayê dest pê kir

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê "Konferansa TekoJIN a Elmanyayê" ku cara yekem tê lidarxistin, bi beşdariya bi dehan jinên ciwan û bi coşeke mezin dest pê kir.

KONFERANSA TEKOJIN

Jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li bajarê Kassel ê Elmanyayê cara yekem konferansa xwe li dar xist. Konferans bi beşdariya bi dehan jinên endamên TekoJIN'ê yên li Elmanyayê û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî - Serbixe Azadî" dest pê kir.

Endamên TekoJIN’ê di Hezîrana 2022’yan de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li seranserê Ewropayê kongre li dar xistibûn. Di kongreyê de biryarên girîng hatibûn girtin. Yek ji van biryaran jî ew bû ku di asta welat de xwe birêxistin bikin. Ev yek bi pêşengiya jinên endamên TekoJIN’ê yên Elmanyayê bi konferansa ku îro hat lidarxistin, dest pê kir.
Jinên ciwan bi coşeke mezin hatin cem hev û salona konferansê bi rengên kes, sor, zer û mor xemilandin.

Li salona konferansê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên jin ên şehîd hatin daliqandin.

Di konferansê de standa pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kovara Xwebûn û gelek pirtûkên din hat vekirin. Di standê de tîşort û çenteyên ku bi taybetî ji aliyê endamên TekoJIN’ê ve hatine çêkirin hatin pêşandan.

Jin bi cil û bergên neteweyî beşdarî konferansê bûn.

Konferansa ku wê tevahiya rojê dewam bike, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

 'EV SEDSAL SEDSALA JINAN E'

Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina vekirinê endama TekoJIN’ê Berjîn Guneş kir.
Berjîn Guneş got, "Ji bo me gelek girîng e ku jinên ciwan ji hemû herêmên Elmanyayê beşdarî konferansê bibin. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî - Serbixe Azadî' bi awayekî serketî pêş dikeve û ev sedsal sedsala jinan e. Ji ber ku dijmin bi aqil û hêza jinê dizane, her tim êrîşî ser nasnameya jinê dike û hewl dide jinan ji nasnameyan wan dûr bixin. Rêber APO dibêje; 'Eger pêşengtiya jinan nebe em ê ti carî nikaribin rêya rast bi dest bixin. Jin herî zêde nêzîkî azadiyê ne’. Ji ber vê yekê em weke jin divêm rast nêzîkî pêvajoyê bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û em layiqî hevrêtiya gerîlayên azadiyê bibin.”

 'DIVÊ EM RÊBER APO BAŞ FÊM BIKIN’

Berjîn Guneş bal kişand ser lîstikên sîstemê yên li ser jinên ciwan û êrîşa li ser nasnameya jinê û wiha berdewam kir: “Em weke jinên ciwan ên li Elmanyayê ji dayik bûne û mezin bûne, em ji aliyê fîzîkî ve ji axa xwe dûr in. Ji ber vê yekê divê em rast têbikoşin û Rêber Apo baş fêm bikin. Îro di vê pergalê de bi hezaran jin bi tundî û destavêtinê re rû bi rû ne. Ji bo vê jî divê em xwe baş bi rêxistin bikin û bersivê bidin van êrîşan.”

Berjîn Guneş anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide û wiha pêde çû: “Divê em jiyan û xebata xwe nû bikin û rast nêzikî pêvajoyê bibin. Li hemberî berxwedana Rêber Apo kêm dimînin. Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Em ne tenê ji hêla fîzîkî, lê di heman demê de ji hêla derûnî ve jî di bin êrîşan de ne”.

Berjîn Guneş got, "Divê em fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin û gav bi gav xurt bikin" û bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" dawî li axaftina xwe anî.

 'EM BI PARADÎGMAYA RÊBER APO XWE BIRÊXISTIN DIKIN'

Li ser navê YJKE’yê Êvîn Serhed bi bîranîna şehîd Zîlan û şehîdên meha Hezîranê dest bi axaftina xwe kir. Êvîn Serhed bal kişand ser rol û mîsyona jinên ciwan û bal kişand ser gotina Abdullah Ocalan a “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin”.

Êvîn Serhed got, “Em weke jinên ciwan li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd, di nava berxwedanê de ne. Pergal dixwaze jinan û bi taybet jinên ciwan li gorî daxwazên xwe ava bike.”

Piştî axaftina Êvîn Serhed, peyamên silavkirinê yên DEM-GENÇ, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava û rêxistina femînîst a Kolombiyayê Rodrojayê hatin xwendin.

Ji Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava Berîtan Yûsif diyar kir ku tevî ku li Ewropayê 24 saetan di bin êrîşan de ne jî kombûna jinên ciwan, xwe birêxistinkirin û lidarxistina konferansê gelekî girîng e. Berîtan Yûsif got, “Li Elmanyaya ku yek ji dewletên Ewropayê ku di komploya li dijî Rêber Apo de cih girtiye, konferanseke bi fikir û felsefeya Rêber Apo tê lidarxistin, ji bo dijmin darbeyeke mezin e. Di pêvajoyeke wiha de pir girîng e ku jinên ciwan di dilê dijmin de xwe bi paradîgmaya Rêber Apo bi rêxistin bikin û perwerde bikin.”

Berîtan Yûsif wiha berdewam kir: "Çawa ku jinên li Rojava xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadên jiyanê de cih girtin û Şoreşa Jinê derxist pêş, divê jinên ciwan ên li Ewropayê jî mezin bibin û rêxistinbûna xwe li her derê belav bikin."

Endama DEM-GENÇ û rêxistineke femînîst a Kolombiyayê Rodroja bal kişandin ser rol û mîsyona jinên ciwan û girîngiya kombûna jinan.

Piştî axaftinên silavkirinê sînevîzyona li ser pêvajoya siyasî hate pêşandan.

Di konferansê de li ser “civaknasiya jinê” û pêvajoya siyasî axaftin hatin kirin.