Şehîd Zîlan li Ermenistanê hat bibîranîn

Şehîd Zîlan di 28'emîn salvegera şehadeta xwe de li herêma Elegazê ya Ermenistanê hat bibîranîn.

Yekîtiya Jinên Azad a Elegezê di 28’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinacî (Zîlan) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêkanî, bi civînekê bi bîr anî. Li qada civînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîd Zîlan hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di civîna bîranînê de li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Natelan Saboyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û bavê şehîd Rûkanê Mîlo di bîranînê de axivîn. Di axaftinan de bal kişandin bi ser çalakî û kesayeta şehîd Zîlan û ev tişt hatin gotin: “Di şexsê şehîd Zîlan de em hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin. Şehîd Zîlan ji bo me xeta azadiya jinê û gelê Kurd e.”

Di civînê zaroka bi navê Zîlan helbestek li ser şehîd Zîlan xwend. Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.