Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakî li dar xistin

Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.

Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û xizmên girtiyan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Rûmeta mirovahiyê dê êşkenceyê têk bibe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.

Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez di çalakiyê de axivî û got ku heta tecrîd tê rakirin dê çalakî û xwepêşandanên xwe bidomînin. Sonmez, wiha got: “Li dijî tiştên li girtîgehan diqewmin, ji bo şikandina tecrîdê em ê mîna her hefteyê li vir çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.