Şehîd Zîlan hate bîranîn

Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku sala 1996’an li Dersimê li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anî, di salvegera şehadeta xwe de li Çilaxa û Tirbespiyê hate bîranîn.

ŞEHÎD ZÎLAN

Kongra Star a bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li hola Navenda Çandî ya bajêr çalakiyek li dar xist. Şênî û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Endama Kongra Star a bajarê Çilaxa Nezhe Seyfûdîn axivî û di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe xwest bendê tirsê yê gelê kurd bişikîne û baweriyê jê re vegerîne ji bo ku tê bikoşe û azadiya xwe û a zadiya gelên bidest bi dest bixe."

Nezhe wiha domand: "Berxwedana şehîd Zîlan û fedakariya wê, dersek da dijmin ku îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîd, xeta sor e û ji bo parastina wê em ê bibin bome û di rûyê her kesê dest bi wê bide de biteqin. Em soz didin ku rêya wê berdewam bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

Piştre endama Kongra Star Kerîme Mihemed nameya şehîd Zîlan a ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandiye xwend. Piştre sinevizyonek têkildarî axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser şehîd Zîlan û dîroka têkoşîna wê hate pêşandan.

Kongra Star a bajarê Tirbespiyê bi hatina 28’emîn salvegera şehadeta Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li hola navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civînek lidar xist.

Bi dehan şêniyên bajarê Tirbespiyê û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn, li hola civînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîd Zîlan hatibûn daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê nameya şehîd Zîlan hate xwendin.

Di civîna bîranînê de Endama Kongra Star Medya Hesen axivî û bal kişand ser çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan û got: "Rêhevala Zîlan tevî ku şervana nû bû, planên dijmin ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nas kir û li hemberî wan planên qirêj çalakiyek herî serkeftî pêk anî.”

Civîn bi pêşandana sînevîzyoneke derbarê jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan bi dawî bû.