ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li Amedê da

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê têkildarî êrîşên komên HUDA-PAR’î yên li Amedê, li ber avahiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî êrîşên komên HUDA-PAR’î yên di demên dawî de li bajar tên kirin, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî bûn.

Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî. Kuçukbalaban, da zanîn ku di salên 90’î de navendên cînayetên kiryarnediyar Amed û Êlih bûn û bal kişand ser êrîşên di demên dawî de zêde dibin. Kuçukbalaban, êrîşa li dijî dibistana dansê û ya li sîteya bihawîz bi bîr xist û wiha got: “Dixwazin tirsê belav bikin. Divê dewlet bala xwe bide ser zimanê ‘me bav û kalên we kuştine, hêj cihên gorên wan nediyarin, hûn bi kê re diaxivin.’ Hêj duh em beşdarî çalakiya 803’yemîn a xizmên windakiriyan bûn. Divê dewlet van kesan binçav bike û pirsên ‘We kî kuştiye?’, ‘Kê kuştine, hûn dizanin an na?’ û hwd. jê bikira. Em li vir bang li tevahiya rayedaran û wezîrên karên hundir û edaletê dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî anî ziman ku bawerî tiştekî şexsî ye û wiha got: “Divê her kes di mijara baweriyê de azad be. Lê em dibînin ku ev zîhniyeta ku di salên 90’î de gelek mirovên me qetil kirî dîsa derketiye holê. Îro bi rêbazeke din û di bin parastina dewletê de derketine holê. Bi ser dikana Burgerê de girtin, êrîşî kesên dans dikirin kirin û birîndar kirin. Nehiştin jin bikevin hawzê. Ev kiryar nikarin me bitirsînin. Rêxistina me li gel wê ye ku her kes bi awayekî azad baweriya xwe bijî. Em bang li dewletê dikin; wiha nekin, me gelek êş kişand û em naxwazin hîn bêhtir êşan bikişînin.”

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz jî got ku êrîşên tên kirin zirarê didin aştî û jiyana hevpar a li bajar. Yilmaz, wiha domand: “Tevî bangawaziyan jî êrîş nehatine bidawîkirin. Di salên 90'î de gelek rewşenbîr, parastvanên mafên mirovan, siyasetmedar û kesên sivîl di bin çavan de hatin windakirin û bûn qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar. Xizmên windakiriyan û Dayikên Şemiyê her hefteyê li qadan aqûbeta xizmên xwe dipirsin û dixwazin faîl bên tespîtkirin û cezakirin. Mirovên hatin qetilkirin an jî bi darê zorê hatin windakirin, ne tenê ji hêla malbatên xwe ve, ji bo hemû kurdan û hemû kesên xwedî wijdan sembola şîneke nehatiye girtin in. Lewma jî em vê nêzikatiya ku tarîtiya salên 90’î bi bîr dixe û gefan dixwin, bi tu awayî qebûl nakin.”

Yilmaz, xwest ku faîl bên girtin û lêpirsîneke bibandor were destpêkirin.

Yilmaz, got ku êrîşên roj bi roj zêde dibin weke mudaxileyeke eşkere ya li dijî azadiyan dibînin û got ku dê têkoşîna wan a ji bo avakirina aştiyê û pêşxistina jiyana hevpar bidome.