Hatîmogûllari: Bêyî naskirina sînoran têkoşîn para me ya hevpar e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komxebata Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî ya Tifaqa Pêşverû de axivî û got: “Bêyî naskirina sînoran têkoşîn para me ya hevpar e.”

Di sedsala 21’emîn de laşê jinê wekî xenîmetê tê dîtin. Ev yek me diêşîne. Li dijî vê yekê bêyî naskirina sînoran têkoşîn para me ya hevpar e. Di vê alî de Peyamana Stenbolê girîng bû. Tirkiye mazuvantiya vê peymanê dikir lê belê jê derketiye. Em wek tevgera jinê hewl didin ku vegera vê peymanê pêk bînin. Ez pê bawer im em wek jin dê têbikoşin û van encaman bi dest bixin. Pirsgirêk gelekin lê belê em bi coş in. Coşa jinan a bêdawî em anîn van rojan. Em ji bo pêşoroja xwe bi rengên ku em dixwazin bixemilînin, rêwitiya xwe didomînin. Riya me vekirî be.”

Komxebata Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî ya Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ku li Ewropa, Rojhilata Navîn û Efrîqa jî di nav de ji 27 welatan jin di nav de hene, di roja duyemîn de didome Komxebat li hotêleke li Floryayê ya Stenbolê ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevberdevka Têkiliyên Karên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay, Hevberdevka Birêxistinkirinê ya DEM Partiyê Elîf Bulut, Parlamentera Amedê Ceylan Akça û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî tevlî bûn.

Di komxebatê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûlları da zanîn ku pevçûnên di cîhanê de derdikevin pergala serdest a mêr xurt dike. Hatîmogûllari bal kişand ser şerê Rûsya- Ûkrayna, Îsraîl-Filîstînê û zextên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên berdewam dikin û wiha got: “Divê em wek tevgera jin di aştiyê de israr bikin û ji pêvajoyekî ku divê tim têbikoşin derbas dibin. Di hefteya borî de li Tirkiyeyê 7 jin hatin qetilkirin, Li Hindîstanê destdirêjiyên komî, li Efxanîstanê tiştên tên serê jinan, teror rêxistinên wekî Boko Haramê ya li dijî jinan û keçikên biçûk, zextên ser jinan ên Îranê…

Li Tirkiyeyê rojeva sereke ya tevgera jinên Kurd û Tirk, qetlîamên jinan in. Lewma ewil pêdivî bi polîtîkayên aştiyê hene. Şîliyê performansekî baş a li dijî tecawizan derket pêş. Wiha digotin ‘Tecawizkarê derdikeve pêşberî me tu yî’. Me jî vê çalakiyê di dema derbasbûyî de li Meclîsê kir rojev.”

Hatîmogullari da zanîn ku jin di tavahiya cîhanê de ji sedî 1 xwedî sermayeyê ne û axaftina xwe wiha domand: “Biryara şeran zilam didin lê belê berdêla xizaniyê jin didin. Em wek DEM Partî partiyekî li dijî hemû sepanên li dijî bedena jinê tên meşandin, têdikoşin. Peywira me ye ku li dijî hemû cihêkariyên di qada zeyanda civakî, aborî, siyasî, çandî, wekheviyê pêk bînin. Em ê têkoşîna xwe hem di qada neteweyî hem jî qada navneteweyî de bidomînin.

Em hevserokatiyê di vê armacanê de wek gavekê dihesibînin. Ev cerabe jixwe li Tirkiye û herêmê yekemîn e. Em hewl didin ku ev cerabe li Rojhilata Navîn, Efrîka û her dera cîhanê belav bibe. Hevserokatî û nûnertiya wekhev, destkeftiyên girîng in û me bi hêsanî bi dest nexistin. Ez pêşberî we sipasiyên xwe pêşkeşî jinên Kurd û tevgera jinên Tirkiyeyê dikim, wek jinekî Ereb, ez dixwazim taybetî sipasiyên xwe pêşkeş dikim.

Berî DEM Partiyê navê me Partiya Demokratîk a Gelan bû. Em tim navê xwe diguherînin û rêwîtiya xwe didomînin. Li dijî me binçavkirin û girtin zêde ne. Taybetî li dijî jinên Kurd zext pir zêde ne. Dîsa wekî hûn dizanin di Doza Kumpasê ya Kobanê de biryar hatin eşkerekirin û din av de Fîgen Yuksekdag a hevserokatiya me kiriye, Selahattîn Demîrtaş û gelek hevalên me hatin girtin derdora 400 sal cezayê hefsê li wan hate birîn. Divê Tirkiye biryarên DMME’ê pêk bîne û hemî girtiyên ji ber Doza Kobanê hatine girtin bên berdan.

Li dijî bindestan êrîşên sermayeye pergala mêr a serdest zêde ne. Ya ku di vê demê de dikeve ser me ew e ku em bêyî sînoran hevûdu himbêz bikin. Di sedsala 21’emîn de laşê jinê wekî xenîmetê tê dîtin. Ev yek me diêşîne. Li dijî vê yekê bêyî naskirina sînoran têkoşîn para me ya hevpar e. Di vê alî de Peyamana Stenbolê girîng bû. Tirkiye mazuvantiya vê peymanê dikir lê belê jê derketiye. Em wek tevgera jinê hewl didin ku vegera vê peymanê pêk bînin. Ez pê bawer im em wek jin dê têbikoşin û van encaman bi dest bixin. Pirsgirêk gelekin lê belê em bi coş in. Coşa jinan a bêdawî em anîn van rojan. Em ji bo pêşoroja xwe bi rengên ku em dixwazin bixemilînin, rêwitiya xwe didomînin. Riya me vekirî be.”

Piştî axaftinan komxebata du rujan dom dikir, bi xwendina deklerasyonê bi dawî bû.