Hevşaredara Colemêrgê banga têkoşîna hevpar kir

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, di civîna li Stenbolê de bi endamên çapemeniyê re hevdîtinek pêk anî û li dijî desteserkirina îradeyê banga mezinkirina hevgirtinê kir.

Şandeyeke ji Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û rêveberên Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê pêk dihat, bi hêzên ked, aştî û demokrasiyê û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir. Di çarçoveya bernameyê de şandeyê li Hewldana 78’an a li Şîşliyê bi rojnamevanan re civînek lidar xist.

Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Aylîn Hacaloglû di serî de axivî û kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn. Hacaloglû, bal kişand ser desteserkirina îradeyê û peyama yekitiyê da.

ÎRADEYA GEL HATE BIBÎRXISTIN

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, jî diyar kir ku piştî desteserkirina şaredariyê, destûr nehatiye dayîn ku ew bikevin şaredariyê. Tekçe, anî ziman ku namzetê AKP’ê beriya hilbijartinê tevî AKP û walî bertîl daye gel û xwestiye îrada gel îpotek bike. Tekçe, wiha domand: “Walî tevî AKP’iyan mal bi mal geriya û deng xwest. Tevî vê jî xelkê bajar îradeya xwe nîşan da. Lê desthilatdariya AKP’ê ji îradeya gel re rêz negirt û îradeya gel desteser kir. Gelê me bertek nîşan da û têkoşîna xwe didomîne. Her wiha gelên Tirkiyeyê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan lidar xistin û piştgirî dan me.”

Tekçe, pirsên rojnamevanan bersivand û wiha got: “Bajarê herî zêde li dijî sepanên dijdemokratîk ên Tirkiyeyê dengê xwe derdixîne Stenbol e. Lewma em hatin vê derê. Bi taybet jî me xwest dengê xwe bi hêzên demokrasiyê û cîhanê bidin bihîstin. Ji bo bidawîkirina rejîma desteserker a desthilatdar û têkoşîna hevpar a bi gelên Tirkiyeyê re em hatin vir. Em dixwazin bibêjin ku rejîma desteserker û diz qebûl nakin. Şaredarî malên gel in. Gel jî xwedî li mal û partiya xwe derdikeve. Her wiha meşa ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve ji bo me gelek girîng e.”

'MAFÊ ME YÊ HILBIJARTINÊ BINPÊ DIKIN’

Tekçe, anî ziman ku divê tu kes li dijî derhiqûqtiyan bêdeng nemîne û wiha pêde çû: “Em dibînin ku desthilatdariya AKP’ê di hiqûqê de cotstandartiyê dike. Heke derheqê hevşaredaran de biryarek were dayîn, hevşaredar ji hêla endamên meclîsê ve tên hilbijartin. Lê dewlet li şûna vê bike, yekser şaredarî desteser dike. Derhiqûqtiyên heyî tenê bi vê bisînor nînin. Ez hevşaredara Colemêrgê me. Bi desteserkirina şaredariyê re hem mafê min bijartin û hilbijartinê hem jî yê xelkê Colemêrgê hatiye binpêkirin.”

Endamê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Necîp Coşkun, jî wiha got: “Hevdîtinên ku em li vir dikin, liv û tevgereke li dijî rejîma desteserker û xurtkirina xeta têkoşînê ye. Hemû xebatên me yên endamên meclîsa şaredariyê ji hêla rejîma desteserker ve tên astengkirin.”

Endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Evîn Tan, jî got ku armanca wan a ji bo hatina Stenbolê ew e ku piştevaniyê mezin bikin. Tan, da zanîn ku dê hevdîtinên wan bidomin, dê bi şandeyên nû re hevdîtinên xwe bidomînin û anî ziman ku ew dixwazin hîn bêhtir bi gelên Tirkiyeyê re bên gel hev.