BI DÎMEN

Li gelek navendên Fransayê şehîd Zîlan hate bibîranîn

Li bajarên Fransayê bi boneya 28’emîn salvegera şehadeta Zîlan a ku bi çalakiya fedayî xwe di nava dagirkeran de teqand û rê li ber ruhê fedayî ya têkoşînê vekir, çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.

28’EMÎN SALVEGERA ŞEHADETA ZÎLAN (ZEYNEP KINACI)

 

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku bi çalakiya fedayî rê li ber wêrekî û fedayîtiya jinan vekir, di 28’emîn salvegera şehedat xwe de li bajarên Marsîlya, Toulouse û Reîmsê yên Fransayê hat bibîranîn.

MARSÎLYA

Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Komîteya Malbatên Şehîdan li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) merasîma bîrnînê li dar xist. Bîranînên bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana şehîd Zîlan hatibû amadekirin hat pêşandan.

Di bîranînê de nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan Alî Konkurd axivî û got: “Zîlan pêngaveke nû ya têkoşînê ye. Di sala 1996’an de bedena xwe di nava dijmin de teqand. Wê demê em di girtîgehê de bûn. Wê demê televîzyon û rojname tune bû, lê me fêm kir ku çalakiya fedayî pêk aniye. Zîlan di şerê hebûn û tunebûnê de xeteke nû afirand. Di demên dijwar ên têkoşînê de derket holê. Ji bo Rêberê azad û Kurdistana azad xwe di nava dijmin de teqand û gihîşt şehadetê. Ruhê fedaî ya Zîlan bû kevneşopî û hişt ku têkoşîn bi pêş bikeve. Tu carî xiyanet qebûl nekir. Ruhê têkoşînê bi şehîdan re derket holê. Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê bi saya şehîdan e.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê ji bo Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî pêk anî, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê di kesayeta şehîd Zîlan de ji bo şehîdên meha Hezîranê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Toulouseyê di bîranînê de axaftinek kurt kir. Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan hatibû amadekirin, berdewam kir.

Bîranîn bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

REIMS

Li bajarê Reims ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Komîteya Malbatên Şehîdan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Reimsê ji bo şehîd Zîlan çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostan wan tevlî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.  Di bîranînê de li ser têkoşîn û sekna fedayî ya şehîd Zîlan axaftin hatin kirin.

Di bîranînê de sînevîzyon hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo”, "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.