Paradîgmaya Nû- Rêgezên Bingehîn ên Tevgera Azadiya Kurd li Swêdê ye

Li Swêdê ji bo xeta siyasî û îdeolojî ya Tevgera Azadiya Kurd û sîstema demokrasî û adil a li Rojava bi raya giştî ya Swêdê bide naskirin, pirtûkek tê weşandin.

Pirtûka ku ji 116 leparî pêk tê li cihên cuda yên Swêdê ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji aliyê Komîteyên Rojava ve di çalakiyan de hatine vegotin pêk tê. Kolekirina jinê, modernîteya demokratîk, şaristaniya demokratîk, konfederasyona demokratîk û netewa demokratîk hinek ji mijarên pirtûkê ne.

Mezlûm Newroz di pêşgotina ya nivîsî de diyar kiriye ku piştî avakirina sîstema nû ya li Şoreşa Rojava yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şûnde eleqeya welatên Rojavayî ya ji bo îdolojî û Tevgera Azadiya Kurd zêdetir bûye.

Komîteyên Rojava û ‘Her Tişt a Her Kesê Ye’ ji bo naskirina Şoreşa Rojava û îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Havîn Guneş vexwendiye konferansên li Swêdê tên lidarxistin û agahiyên di pirtûkê de cih girtine, di van konferansan de aniye ziman.

Komîteyên Rojava sala borî pirtûkên bi navê ‘Konfederalîzma demokaratîk’, ‘Şoreşa jinê’, ‘Li Kurdistanê şer û aştî’ û ‘Netewa demokratîk’ û brûoor li Swêdê belav kiribûn.

Hûn dikarin pirtûk û brûşoran li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk peyda bikin.