Omer Kral hate veşartin

Ji milîtanên THKO’yê Omer Kral ê 22’yê Îlonê li Wnterthûr a Swîsreyê jiyana xwe ji dest dabû, li Rozenberg a Wînterhûrê hate veşartin.

Cenazeyê yek ji milîtanê THKO’yê  Omer Kral ê 22’yê Îlonê li Wînterthûr a Swîsreyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê hate veşartin.

Di merasîmê de li gel malbatê nûnerên rêxistinên cep, nûnerên Navenda Civaka Kurd, Tevgera Jina Kurd jî di nav de bi sedan kes amade bûn.

Darbesta Kral heta goristanê li ser milan hate hilgirtin.

Cenazeyê Kral li ber stranên Ozan Akin û axaftinan hate veşartin.

Di merasîmê de nûnerên Navenda Civaka Kurd û hevalên têkoşînê axaftin kirin.