NY: Li Sûriyeyê bê navber sûcên şer tên kirin

Komîsyona Lêpirsînê ya Mafê Mirovan a NY’yê destnîşan kir ku li Sûriyeyê bê navber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.

Komîsyona Lêpirsînê ya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya dema ji 1’ê Tîrmeha 2020 heta 30’ê Hezîrana 2021’ê li xwe digire eşkere kir.

Têkildarî raporê Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paûlo Pînheîro li gel Endamên Komîsyonê Karen Konîng, Ebû Zayd û Hanny Megally li Ofîsa Cenevreyê ya NY’yê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Pînheîro anî ziman ku 10 salên dawî li Sûriyeyê aliyên şer sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê bê navber dikin û got: “Di nava vê navgîna şer a li dijî sivîlan û welat parçe dike de, em nikarin ji bo sivîlan qala ewlekarî an jî sitargehek bi ewle bikin.”

Penheîro diyar kir ku di dema 4’an a Serokatiya Dewletê ya Esad dike de ji sedî 70'ê konrolê li bejahî û berî şer jî, ji sedî 40 nifûsa welat kontrol dike. Pînheîro anî ziman ku niha ji bo yekirina welatê hatî parçekirin, dîsa lihevkirin pêk were, ti pêngav nayên avêtin. Pînheîro daxuyakirin ku hêzên hikûmetê bi awayekî kêfî bê navber kesan destgîr dike û digire. Pînheîro destnîşan kir ku komîsyonê ne tenê yên dema destgîrkirî hatine êşkencekirin û tundiya zayendî lê hatine kirin, heman demê yên dema destgîrkirî hatine kuştin û bi zorê jî hatine windakirin, belge kiriye.

Pînherîo bal kişand ser xirabûna asta aborî ya welat û diyar kir ku li gorî sala borî, bihayê nan û xorekên din ji sedî 50’î zêdebûye.

Konîng Ebû Zayd jî bal kişand ser qutkirina avê Çemê Dicle û Firat a ji aliyê dewleta Tirk ve û diyar kir ku çemê herî binav û deng ê Mezopotamya di nava 10 salên dawî de demê xwe yê herî zuda dijî. Zayd anî ziman ku li gel zêdebûna şidet, hejarî, krîzên aborî di dema şewbê de jî rewşa welat hê xirabtir bû û got: “Sîstema tenduristiyê ku bi şer tine bû, di dema şewbê de bêkêr ma, li welat hema bêje xwegihandina derziyê ne mimkun e.”

Endama Komîsyonê Hnny Megally jî diyar kir ku li qada agirbestê ya ku Rûsya û Tirkiye li hev kirin, tevî agirbesê jî nexweşxane, jîngehên herêmê bi hewa û erdê ve tê bombekirin, gelek kes jiyana xwe ji dest da. Megally destnîşan kir ku ji sala 2018’an ve li başûrê welat tevî agirbesêt jî şerê dijwar rû didin, ji ber êrîşên hikûmetê bi deh hezaran sivîl nikarin xwe bigihînin pêwîstiyên tenduristî û xorekan, bi hezraan kes jî li kampan sitirîne, li vir jî pêwîstiyên tenduristî û xorekê pir zehmet e.

Megally bibîr xist ku Hay’at Tahrîr El-Şam a ji aliyê NY’yê ve weke rêxistina terorê hatiye binavkirin, li herêmên bakurê welat ku di bin kontrola wê de ye, çapemenî û azadiya derbirînê sînordar dike. Megally anî ziman ku rojnamevan û jin bi awayekî kêfî tên destgîrkirin.

Megally bal kişand ser teqînên tim ên li Efrîn û Serêkaniyê û diyar kir ku komîsyonê li van herêman bi kuştin û seqetbûna 243 jin, mêr û zarok, bi belgekiriye, lê zirarên mezintir gihiştine sivîlan.

Megally destnîşan kir ku herêmên diyar ên di bin kontrola QSD’ê de ne, rewşa ewlehiyê jî xirabtir bûne. Magally anî ziman ji ber êrîşên DAÎŞ’ê, şerê hêzên girêdayî dewleta Tirk, taybet li herêmê Ereb lê dijîn, rê li ber neraramî û protestoyan vekiriye.

Megally diyar kir ku ji sala 2019’an û vir ve li girtîgehên rojhilatê Sûriyeyê ji 10 hezaran zêdetir çeteyên DAÎŞ’ê hê jî girtî ne, li hinek girtîgehan bi giştî 750 zarokên kur tên ragirtin.