Nobeda Azadiyê ji nû ve dest pê kir

Nobeda 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ku li pêşiya saziyên Ewropayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kir, lê ji ber karantînaya şewbê hate rawestandin, ji nû ve dest pê kir.

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' di sala 9'emîn de li ber Konseya Ewropayê bi biryardarî ji nû ve dest pê kir.

Ji ber karantînaya şewba Covîd-19 çalakî di Mijdara 2020'î de hate rawestandin, lê piştî ku karantîna hate bidawîkirin çalakiyê ji cihê mayî dewam kir.

ÇalakÎ li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hefteyê heft rojan saet di navbera 08:30'î û 17:00 de pêk tê û her hefte komek ji Kurdan û dostên wan ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlî çalakiyê dibin.

Nobedarên vê hefteyê jî Îsmaîl Gumuş, Ronî Çewlig, Zana Best, Aram Semsûr e ku ji Strasboûrgê tevlî dibin.