Nobeda Azadiyê di hefteya 463'an de ye

Çalakiya nobedê, ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 463'an de bi komek ji bajarê Duisburg ê Elmanyayê dewam dike.

Çalakiya Nobedê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji aliyê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan' ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 463'an de ye.

Çalakî li qadeke ku saziyên Ewropayê lê ne tê lidarxistin û her hefteyê ji aliyê komeke cuda ya ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê pêk tê, dewam dike. Çalakiya ku neh sal in tê lidarxistin, çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye.

Nobedarên hefteya 463'an jî koma ji bajarê Duisburg ê Elmanyayê ye. Çalakger her roj saet di navbera 07:30 û 16:30'î de nobedê digirin. Koma nû ji Xebat Taş, Îsmaîl Mînkara û Cemîl Tok pêk tê.

Xebat Taş bi navê komê daxuyanî da, berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê silav kir û destnîşan kir ku serketin wê ya gelê Kurd ê berxwedêr be.

Xebat Taş anî ziman ku di serî de li çar parçeyên Kurdistanê li her çar aliyên cîhanê gelê Kurd ji bo azadiya xwe şerekî mezin dimeşîne û diyar kir, Nobeda Azadiyê jî di vê têkoşîna dîrokî ya Kurdan de çalakiya herî girîng a li Ewropayê ye.

Çalakger Xebat Taş ragihand ku gelê Kurd bi rêya vê çalakiya dîrokî ya ku neh sal in li Ewropayê dimeşîne, destnîşan dike ku jiyanek bêyî rêberê xwe qebûl nake.

Xebat Taş bi bîr xist, di Gulana sala 1983'an de Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn şehîd bûn û şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

Taş diyar kir ku armanca Mehmet Karasûngûr pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan bû û pêknehatiya yekîtiya neteweyî hîn jî kêmasiyeke mezin e.

Xebat Taş destnîşan kir ku serketina Kurdan a li dijî dewletên dagirker tenê bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan dibe û anî ziman ku PDK li pêşiya yekîtiya neteweyî asteng e û divê hesab bide gelê Kurd.

Taş greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û berxwedana dîrokî ya gerîla silav kir û bang li gelê Kurd kir ku rabe ser piyan.