Nerazîbûna li hemberî dewleta Tirk didome

Kurdistaniyan êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê protesto kirin û diyar kirin ku piştî van êrîşan dibe ku çeteyên DAÎŞ’ê xurt bibin.

HEÎLBRON

Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk a dagirker li bajarê Heîlbronê yê Elmanyayê hate protesto kirin. Gelek rêxistinên ciwanan ên Elmanyayê û komên çepgir ên Tirkiyeyê tevlî çalakiyê bûn.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê  Dijwar Qamişlo hate bibîranîn ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû.

SYDNEY

Li bajarê Syndeyê yê Evûstralyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk meşek li dar xistin. Girse li Qada Sydney Town Hallê hatin ba hev û heta qada Costem Hoûsyeê meşiyan. Di meşê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin.