NCDK’ê li dijî peymana li ser Şengalê daxuyaniyek da
Li bajarê Karlstad a Swêdê ji aliyê NCDK’ê ve li dijî êrîşên PDK, Iraq, Tirkiye û DYE’yê li ser Şengalê daxuyaniyek ji bo çapemenî û raya giştî hate dayîn.
Li bajarê Karlstad a Swêdê ji aliyê NCDK’ê ve li dijî êrîşên PDK, Iraq, Tirkiye û DYE’yê li ser Şengalê daxuyaniyek ji bo çapemenî û raya giştî hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurdisatanê (NCDK) a Karlstadê Abdîn Reslîko ve hate dayîn.
Reslîko diyar kir ku pêwîst e îradeya gelê Şengalê were naskirin û êrîşên li ser Şengalê were bidawîkirin.
Her wiha Reslîko di daxuyaniyê de anî ziman ku PDK û Iraqê Şengal radestî DAÎŞ’ê kirin û ew niha dibêjin em ê biparêzin, lê qet nikarin jin û zarokên Êzidiyan biparêzin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Şengal” û “Bijî xweseriya demokratîk” bi dawî bû.