BI DÎMEN

Mûrat Ceylan: Em ê di konsera Parîsê de bibin dengê Rêber Apo

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan, ji bo konsera ku îro di saet 16.00’an de li Parîsê bi armanca hevgirtinê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got, "Di vê konserê de em ê bibin dengê Rêber Apo, gelê Kurd û gerîlayên azadiyê."

LI PARÎSÊ KONSER

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” wê îro saet di 16.00’an de li paytexta Fransa Parîsê konsera hevgirtinê bê lidarxistin. Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan jî banga tevlîbûnê kir.

Ceylan, bal kişand ser girîngiya vê konserê ku wê hunermendên mîna Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefkan, Hozan Comerd, Firmesk, Mouss û Hakîm, Rodolphe Burger, Sofiane Saidî û Mehdî Haddab beşdar bibin û got, "Ev konser wê bingeha meşa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku wê di 16'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê, pêk bîne.

Çawa ku ji bo Mandela gel bi awayekî xurt tevlî pêngava azadiyê bûn, ev konser jî ji bo me xwedî girîngiyeke bi vî rengî ye. Hevgirtina navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya Kurdistanê ya li hemberî komploya navneteweyî, bi nirxe. Em di wê baweriyê de ne ku desteka ji bo pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ tê dayîn, wê lihevkirinên qirêj ên hêzên navneteweyî vala derxe û serketina pêngavê misoger bike. Gelê Kurd û dostên wan, heta ku pêngav bi ser bikeve, wê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.

Ev konser ji bo me çalakiyeke pîroz e, dengê azadî, berxwedan û Rêber Apo ye. Em ê di konsera li Montreuil Expo ya Parîsê de bibin dengê Rêber Apo, gelê Kurd û gerîlayê azadiyê. Îro saet di 16:00’an de em salona konserê û derdora wê bikin qada serhildanê."