Mirina Deniz Kurdên li Rennesê gelekî êşand

Deniz Işiklar ê li bajarê Rennes ê Fransayê dima, hîn di 28 saliya xwe de ji ber qezaya kar jiyana xwe ji dest da.

Deniz Işiklar tevî malbata xwe ji gundê Karapinarê yê navçeya Gimgim a Mûşê koçî Rennesê kiribû û li înşaetê dixebitî. Işiklar danê sibehê li bajarê St. Maloyê tevî birayê xwe li înşaetê dixebitî. Lê belê ji ber hilweşîna blokeke înşaetê jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku mirovên li derdorê agahî dan arkujiyê, tîmên arkujiyê cenazeyê Denîz ji binê bloka înşaetê derxistin. Birayê Denîz Yûnûs ji ber şoqa bûyerê rakirin nexweşxaneyê.

Deniz Işiklar ê ku jiyana xwe ji dest da, amadekarî ji bo dawetê dikir. Doh bi şev, şeva hineyê bû û wê dawiya hefteyê daweta xwe çêbikira.

Mirina Deniz Kurdên li Rennesê gelekî êşand. Bi hezaran kes ji ber vê yekê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Rennesê li hev kom bûn.

Hate ragihandin ku cenazeyê Işiklar wê roja Sêşemê bişînin Mûşê.