Mihrîcana Çanda Dêrsimê ya Ewropayê wê li Frankfûrtê were lidarxistin

Mihrîcana Çanda Dêrsimê ya Ewropayê ya 13’emîn wê 26-27’ê Gulanê li Frankfûrtê were lidarxistin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiyên Dêrsimê ya Demokratîk a Ewropayê (ADEF), Kongreya Avadaniyên Dêrsimê (DÎK), daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mihrîcana Çanda Dêrsimê ya Ewropa ya 13’emîn wê 26-27’ê Gulana 2023’an wê li Frankfûrtê were lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk a qirker tevî vê xwesteka me ya mirovî û rewa jî, di qirkirinê de israr dike. Em bi sed hezaran canê xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku zihniyeta desthilatdariya AKP-MHP’ê ya nîjadperest û faşîst bûye sedema mirina wan.

‘PLANA QIRKIRINÊ DEWAM DIKE’

Em li dijî qirkirina ku dewlet bi awayek fîzîkî û çandî pêk tîne, dixwazin ku bi Mihrîcana Çanda Dêrsimê ya Ewropayê ya 13’emîn xwedî li çand, bawerî, nasname û hebûna xwe derkevin.

Li ser vî esasî; em dixwazin ku bi dirûşmeya ‘Li dijî qirkirinên dewleta Tirk rabe, Qirkirina Dersimê nas bike’ bi gel, bawermend û beşên civakî yên li ser erdnîgariya Dêrsimê dijîn re kom bibin. Em dixwazin ku nefes, klam, gotin û lorînên xwe çand û baweriya xwe bidomînin.

Em dixwazin ku bi zimanê dayika xwe stranên xwe bibêjin, bi lorînên xwe êşên xwe parve bikin û bi rewşenbîr û nivîskarên xwe re ji tarîtiyê re bibin bersiv.”