Meşa dirêj di roja 5’an de didome

Di roja 5’an a Meşa Dirêj de ciwanên Kurd û enternasyonel bi slogana ‘Bi hev re serhildan’ dimeşin.

Meşa dirêj a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger hatibû rêxistinkirin û gelek ciwanên enternasyonalîst ên ji gelek welatên Ewropayê tevlê bûbûn, didome.

Bi şîara ‘Ji bo azadiya Rêber Apo serhildan’ di 5’ê Îlonê de li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dest pê kiribû. Meş di roja 5’an de didome.

TEKO-JIN’ê di roja 4’an a çalakiyê de diyar kirin ku ew jî tevlî kampanyaya bi navê ‘Em dibêjin Na’ ya jinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dibin. Jinan diyar kirin ku ew ji feraseta mêran re dibêjin ‘Na’ û li navenda bajêr li dijî cînayetên li ser jinan û tecawizan çalakî li dar xistin.

Ciwanên enternasyonalîst jî tevlî meşa dirêj bûn. Meş saet di 10.00’an de li Lunebûrgê dest pê kir.

Ji welatên cihê yên Ewropayê gelek ciwanên antîfaşîst û femînîst jî tevlî meşê bûn. Ciwan ji bo her rojekê sloganekê diyar dikin. Ciwan îro jî wê li dijî faşîzm û nijadperestiyê wê bibêjin ‘Bi hev re serhildan’.

Wê bi qasî 15 kîlometreyan bimeşin û çalakiya roja 5’an wê li Wînsen-Lûheyê bi dawî bibe.