Meşa Azadiyê di roja 3'yemîn de li Stuttgartê dewam dike
Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' tê lidarxistin, gihîşt bajarê Stuttgart ê Elmanyayê.
Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' tê lidarxistin, gihîşt bajarê Stuttgart ê Elmanyayê.
Meşa Dirêj ku bi beşdariya gelek ciwanên enternasyonalîst û Kurd ên ji bajarên cuda yên Ewropayê di 10'ê Sibatê de li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê kir, ber bi bajarê Strasbourg ê Fransayê ve dewam dike.
Di roja sêyemîn a meşê de çalakger li Stasyona Trenê ya Stuttgartê li hev kom bûn.
Çalakger wê di nava rojê de 21 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin bajarokê Boblingenê.
Danê êvarê jî wê li Boblingenê derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) bibin û li vê derê semînerek bi mijara 'Jin ên ciwan û zayendiya civakî' bê lidarxistin.
ROJA 4'EMÎN: 13'Ê SIBATÊ ROJA PÊNCŞEMÊ
Çalakger wê serê sibehê saet di 08:00 de li ber Stasyona Trenê ya Offenburgê li hev kom bibin û ber bi navenda bajêr ve bi 19 kîlometreyan bimeşin. Danê êvarê jî li bajarê Lahrê li NCDK'ê wê bi mijara 'têkoşîna enternasyonal' semînerek pêk were.
ROJA 5'EMÎN: 14'Ê SIBATÊ ROJA ÎNÊ
Serê sibehê saet di 08:00 de wê çalakger li Qada Parkê ya Golf Dietenbach a Freiburgê li hev kom bibin û li navenda bajêr bimeşin. Danê êvarê li NCDK a Freiburgê wê di bernameya 'Xwendina Rêbertî' de li hev bicivin.
ROJA 6'EMÎN: 15'Ê SIBATÊ ROJA ŞEMIYÊ
Serê sibehê saet di 07:00 de bi otobusan wê çalakger ber bi Strasbourgê ve biçin û li cihê meşê bi girseya gel re bicivin.