Mehmet Aksoy li ser gora xwe hate bibîranîn

Şoreşger, rojnameger, hunermendê Kurd Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê ku li Reqayê şehîd bûbû li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şoreşger, rojnameger, hunermend û derhênerê Kurd Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê ku ji Îngîltereyê tevlî nav refên YPG’ê bûbû li Reqayê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de ya di 26’ê Îlona 2017’an de şehîd bûbû. Aksoy li Goristana Hîgh Gate ya Londrayê hate bibîranîn.

Dêya wî Zeynep Aksoy, birayên wî, endamên Meclîsa Gel a Kurdan, Înîsîyatîfa Jinên Kurd û nûnerên rêxistina civakî tevlî bibîranînê bû.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Mehmet ligel temenê xwe yê ciwan ji bo serkeftina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û dahatûya azad a gelên Rojhilata Navîn têkoşiyaye.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal jî diyar kir ku ew hemû heval Mehmet nas dikin û got ku, “Wî li pey xwe mîrat û hêvîyeke mezin ji me re hişt. Wî xebatên xwe yên li vir têr nedît û berê xwe da Kurdistanê. Ji bo  zilma li wir ragihîne cîhanê wî kedeke mezin da. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa wî bin.”

Li avahiya Meclîsa Gelê Kurd ji bo bîranîna Mehmet Aksoy ‘Dibistana Piştgiriyê ye Perwerdehiyê ya Firaz Dag’ hate vekirin. Li vê derê wê dersên Îngilîzî, matematîk were dayin û Koroya Zarokan a bi Kurdî hate avakirin.