Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê: HDP’yiyan berdin
Çavdêrên Tirkiyeyê yên Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê diyar kir ku endamên HDP’ê yên ku hatine destgîrkirin divê werin berdan.
Çavdêrên Tirkiyeyê yên Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê diyar kir ku endamên HDP’ê yên ku hatine destgîrkirin divê werin berdan.
Hevraportorên Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg û John Howell li dijî operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê daxuyanî da.
Daxuyaniya hevraportoran wisa ye:
“Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca, Endamê Berê yê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê Nazmî Gur û parlementerê berê Sirri Sureyya Onder jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. Dema ku siyasiyên mûxalif bi vî awayî destgîrkirin ev tê wateya ku siyasetmedar nikarin mafê xwe bi kar bînin. Him li nava parlementoyê û him jî li derveyî parlementoyê rola wan kêmtir dibe. Ji ber peywirên 7 parlementerên HDP’ê yên di Desteya Rêveberiya Navendî de jî destnedana wan hatiye rakirin û ev jî dibe sedema fikaran.
Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku bila endamên partiyê û kesên hatine hilbijartin berde , biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi cih bîne.”