Maseya Krîzê ya li dijî Korona ya Berlînê têkildarî xebatên xwe daxuyaniyek da

Maseya Krîzê ya li dijî Koronayê ya li paytexta Elmanya Berlînê têkildarî kar û xebatên xwe yên li dijî vîrûsa nû ya Korona (Covîd 19) daxuyaniyek da çapemeniyê.

Maseya Krîzê ya li dijî Koronayê bal kişand ser xebatên vê damê ya xwe parastin û hişyariyên xwe parastinê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand.

Maseya Krîzê ya Koronayê ku beriya çend rojan li Berlînê ji aliyê sazî û dezgehên Kurdistanî ve hatibû damezirandin, bi civîneke çapameniyê xebatên heta niha hatîn kirin û hişyariyên jiyanî yên li dijî têkoşîna vîrûsa koronayê ragihandin.

Di civîna çapameniyê ya li Navenda Civaka Kurdistaniyen Azad de hat lidarxistin de li ser navê Maseya Krîzê ya Korona Îsmaîl Parmaksiz, li ser navê TJK-E Zozan Serhat, li ser navê Maseya Krîzê hemşîre Mehtap Erol, li ser navê Navenda Civaka Kurdistaniyen Azad (NCKA ) Hevserok Erhan Firat û parlamenterê Partiya Çep a Alman ê Eyaleta Berlînê Hakan Taş beşdar bûn.

Civîna çapemeniyê bi axaftina Îsmaîl Parmaksiz destpê kir. Parmaksiz destpêkê Newroza gelê Kurd pîroz kir û da zanîn ku heta niha weke Maseya Krîzê gelek agahdarî bi sê zimanan dane gel û heta niha 8 kesan bi giliya nerehetiya vîrûsa korona serî li wan dane. Her wisa Parmaksiz da zanîn ku di encama mûdaxaleya bijîşkî de derketiye holê ku 3 ji wan bi şewbeyên din nexweş ketine, lê dîsa jî di bin kontrolê de ne.

Piştî Parmaksiz endama TJK-E Zozan Serhat axivî. Serhat li ser texrîbatên pergala modernîteya kapîtalîst sekînî û got: “Yên xwezayê xera dikin û dikujin ew in. Xweza jî tola xwe li erdê nahêle. Di van rojên ku em nikarin zêde ji malên xwe derkevin de, divê em pirtûkên Rêber Apo bixwînin. Wî beriya salan bi kûr û firehî behsa van nexweşînan û çareyên wan jî kiribû.”

Mehtap Erol jî li ser paqijiya dest, beden û alavên dîtir yên di jiyana mirovan de girîng in, sekinî.

Hevserokê Meclîsa NCDK’ê Erhat Firat jî da zanîn ku wan ji ber vê belaya vîrûsê hemû xebat û çalakiyên xwe dane sekinandin û ew wê bi rêya Maseya Krîzê 24 saet di xizmeta gelê xwe de bin.

Di civîna çapameniyê de parlamenter Hakan Taş jî bi giştî behsa Almanya û paytext Berlînê ya li dijî şewbeya Vîrûsa Koronayê kir. Taş da zanîn ku heta niha li Almanya bi giştî 16 hezar û 623 kes bi şewbeyê ketine û 47 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wisa Taş ji gel daxwaz kir ku di malên xwe de xurek û alavên dîtir kom nekin û wê di her mercî de jî dikan, dermanfiroş û firin ji bo welatiyan vekirî bin.