Macron: Divê Ewropa li hemberî DYE ne saf be

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bang li Ewropayê kir ku bila ji ber tercîhên DYE yên stratejîk ne saf be.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi wesîleya îmzekirina firotina firkateynan bi Serokwezîrê Yewnanistanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Macron qala betalkirin peymana noqavan a bi Evûstralyayê û krîza ji ber lihevkirina Evûstralyayê ya bi DYE’yê re kir.

Macron got “Divê Ewropa êdî saf tevnegere. Berteka li hemberî zextên li ser me zêde dibe, nayê wateya kue m teslîmî aloziyê dibin, ev tişt tê wateya ku em hurmetê didin xwe.”

Macron got “Neteweyên Yekbûyî yên Emerîkayê di warê nirxan de dost û mutefîkekî dîrokî yê mezin e lê ji deh salan zêdetir e ew li gorî xwe tevdigere û xwedî li berjewendiyên stratejîk ên li ser Çîn û Pasîfîkê derdikeve. Ev heq û serweriya wan e lê naîfbûn û hemû encaman bikişînin ser xwe, wê şaşiyeke gelekî mezin be. Em Ewropî jî divê bi heman pragmatîzm û zelaliyê tevbigerin. Ev ne alternatîfa tifaqa li hemberî DYE’yê ye. Ji bo ewlekariya ji me tê xwestin ku em berpirsyariyeke zêde werbigirin, li gorî min ev meşrû ye, ji ber vê kirina vî tiştî li ser milê me maye.”

Di 15’ê Îlonê de hatibû ragihandin ku di navbera DYE, Evûstralya û Kraliyeta Yekgirtî hevkariyek hatiye kirin. Bi vê wesîleyê peymana noqavan a bi Fransayê re hatibû betalkirin. Ev tişt di navbera Fransa û DYE’yê de bûbû sedema krîza dîplomatîk.

Dihat payîn ku Evûstralya 55 milyar eûro bi Fransayê bide qezenckirin lê piştî betalkirina peymana noqavan, Fransayê ji bo firotina 3 firkateynan bi Yewnanistanê re peymanek îmze kir. Serokwezîrê Yewnanistanê ragihandibû wê di serê meha Îlonê de 6 balefirên Rafale ji Fransayê bikire. Berê jî ji bo kirîne 12 Rafaleyên destê duduyan û 6 hebên nû li hev kiribûn.