Lîderê Katalan Puigdemont li Îtalyayê hate destgîrkirin

Serokê berê yê herêma xweser a Katalonyayê, parlamenterê Ewropayê yê alîgirê serxwebûnê Carles Puigdemont ku sirgûnkirî ye, li Îtalyayê hate destgîrkirin.

Parêzerê Puigdemont li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Serok Puigdemont weke parlamenterê Ewropayê çû Sardinyayê, lê hate destgîrkirin." Hate ragihandin ku Puigdemont li gorî fermana girtinê ya ku 14'ê Cotmeha 2019'an de li Ewropayê der barê wî hate dayin, hate destgîrkirin.

Şefê kabîneyê Josep Lluis Alay diyar kir ku lîderê Katalan ê 58 salî wê li Dadgeha Temyîzê ya Sassari bê darizandin ku xwedî erka dersînorkirin an jî serbestberdanê ye.

Serokê nû yê herêma Katalonyayê Pere Aragones li ser Twitterê peyamek weşand, nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê da û zext û 'ev zilma edlî' şermezar kir.

Serokwezîrê sosyalîst ê hikumeta Spanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku ew hurmetê didin biryara meqam û dadgehên Îtalyayê.

Alîgirên serxwebûnê yên Katalan bang kirin ku roja Înê li ber Konsolosxaneya Îtalyayê ya li Barcelonayê çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin.

Serokê berê yê Katalonyayê Quim Torra diyar kir ku eger Puigdemont ji bo Spanyayê bê dersînorkirin wê ev yek bibe 'felaket' û bang li Katalanan kir ku di asta herî bilind de hestiyar bin.

Parlamenta Ewropayê 9'ê Adarê bi piraniya dengan mafê destnedanê yê Puigdemont rakiribû. Ev tedbîr 30'ê Tîrmehê ji aliyê Dadgeya Yekîtiya Ewropayê ve hatibû piştrastkirin.

Lê belê ji esasî ve îtiraz li biryara parlamentê hate kirin. Ji ber vê yekê jî tê payin ku dadgeh biryara xwe ya li ser mijarê demeke bê eşkere bike. Parêzerê Puigdemont ragihand ku bi vî rengî biryara beriya niha ya parlamentê hatiye betalkirin.