Li Torontoyê dewleta Tirk hate şermezarkirin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Torontoyê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de şehîdên 14'ê Tîrmehê jî hatin bîranîn.

Li Qada Dundasê ya li Torontoyê ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Kurdan tevî dostên xwe yên li Kanadayê bi Îngilîzî û Kurdî daxuyanî dan û gotin, "Bicihbûna Tirkiyeyê bi tank û leşkerên xwe li Kurdistana Iraqê hewldaneke eşkere ya ji bo dagirkirina herêmê ye."

Di daxuyaniyê de işaret bi kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan jî hate kirin û xiyaneta PDK'ê jî hate şermezarkirin.