Li Sydneyê protesto: Wê Erdogan têk biçe

Li Sydneyê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin wê Erdogan jî wekî DAÎŞ’ê têk biçe.

Li bajarê Sydneyê yê Evûstralyayê çalakiyên ‘Hefteya Hêrs û Berxwedanê’ hatin destpêkirin.

Li ser banga NCDK’ê Kurd û dostên wan ên Evûsralyayî li Qada Town Hallê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hate kirin û hate gorin ku “Divê em dakevin qadan. DYE, Rûsya, welatên Ewropayê û hikumeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê sûcê mirovayetiyê yê dewleta Tirk û DAÎŞ’ê pesend dikin.”

Li ser navê Socîalîst Allînanceyê Jîm Mcllroy jî got ku “Çawa ku DAÎŞ têk çû wê Erdogan jî têk biçe.”